​​​​​​​Hikumeta Şamê hê jî nahêle alîkariyên ji Silêmaniyê bigihêjin mexdûran

Hikumeta Şamê hîna jî rê nade alîkariyên ji Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine komkirin, bikevin herêmê. Ev 6 roj in alîkarî li deriyê Tayihe hatine sekinandin.

​​​​​​​Hikumeta Şamê hê jî nahêle alîkariyên ji Silêmaniyê bigihêjin mexdûran
​​​​​​​Hikumeta Şamê hê jî nahêle alîkariyên ji Silêmaniyê bigihêjin mexdûran
​​​​​​​Hikumeta Şamê hê jî nahêle alîkariyên ji Silêmaniyê bigihêjin mexdûran
​​​​​​​Hikumeta Şamê hê jî nahêle alîkariyên ji Silêmaniyê bigihêjin mexdûran
​​​​​​​Hikumeta Şamê hê jî nahêle alîkariyên ji Silêmaniyê bigihêjin mexdûran
13 adar, 2023   10:09
HELEB

Endamê Maseya Krîzê û hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mele Îbrahîm da zanîn ku ji 6 rojan ve hikumeta Şamê alîkariyên ku ji Silêmaniyê ji bo mexdûrên erdhejê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê şandine, li deriyê Tayihe yê di navbera Minbic û herêmên xwe de asteng kirine.

Alîkariyên ku gelê Silêmaniyê şandine ji 25 kamyonan pêk tê.

Rêveberiya Xweser roja sêşemê (7ʹê Adarê) ragihand ku 25 kamyonên alîkariyê yên ku xelkê Silêmaniyê kom kirine, wergirtine.

Çavkaniyên nêzî berpirsên hikumeta Şamê diyar kir ku piraniya alîkariyên ku ji bo Sûriyeyê hatin şandin, negihaştin mexdûran û hêzên hikumeta Şamê dest datînin ser.

Di Sibatê de jî hikumeta Şamê 9 rojan 100 tankerên sotemeniyê yên ku Rêveberiya Xweser ji bo Şehba û Helebê amade kiribûn, asteng kirin û li beramberî derbaskirina wan dest danî ser nîvê wan.

(bb)

ANHA