​​​​​​​Li Efrînê qirkirina xwezayê didome: 50 darên zeytûnê hatin birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî 50 darên din ên zeytûnan birîn.

​​​​​​​Li Efrînê qirkirina xwezayê didome: 50 darên zeytûnê hatin birîn
13 adar, 2023   09:17
ŞEHBA

Li Efrîna dagirkirî, sûcên guhertina demgorafiyê, qirkirina xwezayê û talankirinê bê navber dewam dikin.

Çavkaniyên xwecih da zanîn ku çeteyên Feyleq El Şam ên dewleta Tirk a dagirker li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawayê 50 darên zeytûnan birîne.

Li gorî çavkaniyan, darên hatine birîn ên welatiya bi navê Zekiye Mîrzo ne.

(bb)

ANHA