​​​​​​​Li peravên Lîbyayê bi dehan penaber winda bûn

Yekîneyên ewlekariya yên Îtalyayê ragihand ku li peravên Îtalyayê keştiyek noqî binê avê bûye û nêzî 30 penaber di encamê de winda bûne.

​​​​​​​Li peravên Lîbyayê bi dehan penaber winda bûn
13 adar, 2023   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya yekîneyên ewlekariya peravî yên Îtalyayê de hate gotin: "Di dema operasyonên rizgarkirinê de keştî noqî binê avê bû. 17 kes hatin rizgarkirin, lê belê nêzî 30 kes winda bûn.”

Beriya 2 hefteyan jî li peravên Calabriayê yên li başûrê Îtalyayê keştiyek ku nêzî 180 kes tê de bûn, noqî binê avê bûbû. Di encamê de 76 penaberan jiyana xwe ji dest dabû. Ji wê trajediyê û vir ve hîn jî her roj cenazeyên nû digihêjin peravan.

Li gorî Wezareta Karên Hundir a Îtalyayê ji 1'ê Çileyê û vir ve 17 hezar û 592 kes gihîştin peravên Îtalyayê. Sala 2022'yan 5 hezar û 976 kes, sala 2021'ê 5 hezar û 995 kes gihîştin Îtalyayê. Li gorî Frontexê ku bi parastina sînorên Ewropayê wezîfedar e, hejmara koçberên di Deryaya Spî re gihîştin Îtalyayê, di mehên Çile û Sibatê de ji sedî 116 zêde bû.