Parlamenterên Iraqê: Partiyên siyasî yên Hewlêrê piştgiriya dewleta Tirk dikin

Parlamenterên Iraqê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ser xaka Iraqê de gotin; “Tirkiye bi tu awayî rêzê ji serweriya Iraqê re nagre, êrişên dewleta Tirk li ser ewlekarî û aramiya Iraqê metirsiyeke cidî ye. Partiyên siyasî yên Hewlêrê piştgiriya dewleta Tirk dikin.”

Parlamenterên Iraqê: Partiyên siyasî yên Hewlêrê piştgiriya dewleta Tirk dikin
12 adar, 2023   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka Iraqê bê navber dewam dikin, dewleta dagirker bi balafirên bêmirov û şer herêmên Başûrê Kurdistan û xaka Iraqê bombebaran dike û xelkê sivîl dike hedef. Der barê êrişên dewleta dagirker de parlamenterên Iraqê ji Rojnews re axivîn.

Parlamenter Mihemed Seyhud diyar kir ku Tirkiye yasayên navnetewî bin pê dike û rêz li prensîbên cîrantiyê nagire.

Seyhud da zanîn ku êrişên Tirkiye yên li ser Herêma Kurdistan û Iraqê bûne sedema kuştina xelkê sivîl û têkçûna rûbereke mezin ya çandiniyê. Seyhud got; “Êrişên dewleta Tirk bûne sedema koçberiya niştecihên gundên herêma Kurdistanê, her wiha partiyên siyasî ên Kurd ên li Hewlêrê piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dikin. Pêwîst e Fermandariya Giştî ya Artêşa Iraqê û Lijneya Ewlekarî û Parastinê ya Parlamentoyê, her wiha Wezareta Derve û hêzên siyasî tedbîrên pêwîst li hemberî Tirkiyeyê bigirin. Her wiha şandek ji bo guftugokirina êrişên li ser serweriya xaka Iraqê serdana Enqereyê bike, yan jî li Konseya Ewurpayê giliyê Tirkiyeyê bike."

Mihemed Seyhud da zanîn ku Parlamentoya Iraqê wê dijî bombebaranên dewleta Tirk bêdeng nemîne û di civînên dema bê de ev mijar were guftugokirin.

Parlamenterê Iraqê Welîd Sehalnî jî li ser heman êrişên dewleta Tirk axivî. Parlamener Welîd diyarkir ku êrişên Tirkiyeyê li ser ewekariya nîştimanî û aramiya Iraqê metirsiyek cidî çêdike. Welîd got ku bi taybet Tirkiye rêz li prensîbên serwerî û mafên cîrantiyê nagre û wiha dom kir; “Tirkiye zêdetirî xwe welatiyên Kurd dike hedef, bang li hêzên dagirker ên Tirkiyeyê dikîn ku rêz li serweriya xaka Iraqê û yasayên navnetewî ên mafên mirovan bigrin.”