Çeteyan li Cindirêsê darên zeytûnê birîn

Çeteyên El Hemze yên Tirkmenî yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker 80 darên zeytûnê li Efrîna dagirkirî birîn.

Çeteyan li Cindirêsê darên zeytûnê birîn
12 adar, 2023   09:44
ŞEHBA

Di dîmenekê de ku ajansa me bi dest xistiye, çeteyên El Hemze yên bi fermana Îstîxbarata dewleta Tirk (MÎT)  tev digerin darên zeytûnê dibirîn. Ew dar ên Mihemed Teter ku bi navê Mihemed Tato tê nasîn ê ji gundê Gewrika yê Cindirêsê ya Efrînê ne.

Di dîmenê de diyar dibe ku çeteyan 80 darên zeytûnê yên di zeviya navbera gundê Tilifê û navenda navçeya Cindirêsê de birîne.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyan, ji qetilkirin, revandin û birîna daran dewam dikin. Ji wê zêdetir jî bi armanca koçberiyê û guhartina demografîk astengî û zorê li şêniyan dikin.

(fr)

ANHA