​​​​​​​Li kantona Hesekê jî bi hezaran jin li qadan bûn

Li bajar û navçeyên kantona Hesekê bi hezaran jin bi diruşma ′Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve′ meşiyan.

8 adar, 2023   14:44
HESEKÊ

Bi boneya 8ʹê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li bajarê Hesekê, navçeyên Şedadê, Dirbesiyê, Til Temir û Holê meşeke girseyî hatin lidarxistin. Li Zirganê jî jinan mîtîngek hat lidarxistin.

HESEKÊ

Bi sedan jinên bajarê Hesekê bi cil û bergên xwe yên folklorîk ji pêşiya mizgefta Xelîl a li taxa Salhiyê dest pê kir. Di meşê de beşdaran alên Kongra Star, wêneyên şehîdên Şoreşa Rojava hildan.

Meş li kolana sereke ya ber bi taxa Miftî ve veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de cîgira Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Leyla Qehreman 8′ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û diyar kir ku ew bi saya fedekariyên şehîdên têkoşîna rizgariya Kurdistanê vê rojê pîroz dikin.

Leyla Qehreman bal kişand ser pîrozbahiya vê rojê ya bi diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ û got: "Ev nîşaneya berxwedan û fedakariya mezin ên di şoreşa Rojava de ye ku li hemû cîhanê deng vedaye."

Leyla anî ziman ku ew ê têkoşînê dewam bikin heta avakirina Sûriyeke azad a bi pêşengiya jinan û mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

ŞEDADÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/BlYTc-pZQj4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li navenda navçeya Şedadê ya kantona Hesekê bi beşdarbûna bi sedan jinên navçeyê û yên ji bajarokên girêdayî wê Erîşa, Mergede, Deşîşe û Ebdan meşek hat lidarxistin. Di meşê de al û wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsên dirûşmên 8ʹê Adarê hatin hildan.

Meş ji pêş navenda Meclisa Navçeya Şedadê dest pê kir û li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê veguherî mîtîngê.

Li wir seroka Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer 8′ê Adarê li tevahî jinan têkoşer pîroz kir û got: "Em vê rojê li tevahî jinên têkoşerên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin. Her wiha em li Rêber Ocalan ku fikir û azadiya jinê diyarî jinan kir, pîroz dikin."

Edalet Omer anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe xurt bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were mîsogerkirin û got: ʹʹŞoreşa jinê nasekine û rejîmên dîktator ji rêxistinên jinan ditirsin, ji lew re hewl didin azadiya jinê biçewisînin. Lê dirûşma me serkeftin e û balafirên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wan me natirsînin. Em nakevin xefka rêbazên qirêj ên bi hewla derxistina fîtneyan di nava pêkhateyên herêmê de."

Endama rêveberiya  Kongra Star a Şedadê Emîre El Seed axivî û got, jinên herêma başûr bi xwîna şehîdên Hind û Seide û tevahî şehîdên azadiyê sond xwarin ku ew ê têkoşîn û berxwedana wan dewam bikin.

Mîtîng bi dirûşmên ′jın, jıyan, azadî′ bi dawî bû.

TIL TEMIR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/jkYsbFbg4J4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li Til Temirê jî bi sedan jin bi cil û bergên xwe yên folklorî û lêdana defê ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan ber bi çerxerêya Qendîlê ve meşiyan.

Meş li çerxerêya Qendîlê veguherî mîtîngê. Li wir endama rêveberiya  Meclisa Kantona Hesekê Fîdan Seydo 8′ê Adarê li tevahî pêşengên şoreşê û jinên cîhanê pîroz kir û got: ʹʹEv roj, roja azadiya me ye.ʹ

Fîdan Seydo da zanîn ku li seranserî Rojhilata Navîn û çar parçeyên Kurdistanê jinan berxwedana lehengane raber dikin.

Fîdan Seydo  destnîşan kir ku tu hêz nikarin hêz û vîna jinan a li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Ocalan bişikînin û wiha lê zêde kir: "Jinên me êdî bûn sembola jina azad ku hewl dide zihniyeta baviksalariyê têk bibin."

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana jinê bi dawî bû.

ZIRGAN

Rêxistina Kongra Star a navçeya Zirganê bi beşdarbûna bi dehan jinan mîtîngeke li gundê Dilawiyê li dar xist.

Di mîtîngê de endama Koordînasyona Kongra Star Welîda Botî axivî û 8'ê Adarê li hemû jinan û hemû şehîdan  pîroz kir.

 Dûre endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn  a navçeya Zirganê Rîm Cewher wêneyeke Rêber Abdullah Ocalan diyarî nivîsgeha Kongra Star kir.

Çalakî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

 DIRBÊSIYÊ

 Şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û meclisan  li pêşiya Parka Şehîd Zevîn kom bûn û ber bi navenda kongrayê ve meşiyan.

 Li wir hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah axivî û 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir û got: "Jin hertim pêşeng bû. Ji bo pêkanîna azadî û armancên xwe divê têkoşînê mezin bikin."

 Asya Abdullah destnîşan kir ku pergalên serdest, hesabê ji hêza guhertinê re dikin ku serhildanên bi pêşengiya jinên azad bi dest dixe.

 HOL

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/D1zSAFgarm8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

 Li Holê şênî li pêşiya Navenda Perwerdeyê ber bi Çerxerêya El Reîs ve meşiyan .

 Meş li çexerêyê veguherî mîtîngê.  Li wir Seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Evîn Paşo axivî, Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û destnîşan kir ku pirsgirêkacivakê di rizgarkirina jinan û pêkanîna edalerê û wekheviyê de nixumandî ye.

Di dawiyê de Evîn Paşo anî ziman ku ew ê têkoşînê ta pêkanîna zadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û mîsogerkirina edaletê û wekheviyê li hemû civakan berdewam bikin.

(fr/şx)

ANHA