Di çalakiya 8`ê Adarê de Peykerê Jina Ereb hat danîn

Bi sedan jinên Reqa û Dêrazorê bi du meşên cuda 8’ê Adarê pîroz kir. Li Reqayê peykerê jina Ereb hat danîn.

Di çalakiya 8`ê Adarê de Peykerê Jina Ereb hat danîn
Di çalakiya 8`ê Adarê de Peykerê Jina Ereb hat danîn
Di çalakiya 8`ê Adarê de Peykerê Jina Ereb hat danîn
Di çalakiya 8`ê Adarê de Peykerê Jina Ereb hat danîn
Di çalakiya 8`ê Adarê de Peykerê Jina Ereb hat danîn
Di çalakiya 8`ê Adarê de Peykerê Jina Ereb hat danîn
Di çalakiya 8`ê Adarê de Peykerê Jina Ereb hat danîn
Di çalakiya 8`ê Adarê de Peykerê Jina Ereb hat danîn
8 adar, 2023   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Kombûna Jinan a Zenûbiya, bi sedan jinên Reqayê bi dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî.. ber bi şoreşa jinê ve" 8'ê Adarê bi meşekê pîroz kir.

Bi sedan jin, endamên kombûnê, meclisên jinan ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinan Sûriyeyê û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdarî meşê bûn.

Meş ji çerxerêya Panorama dest pê kir û ber bi qada Îtfaiyê ve bi dawî bû. Li qada Îtfaiyê berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa 8'ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û wiha got: ʹʹDestpêka dîrokê jinê roleke girîng û sereke di avakirina civakan de list. Ji gelek salan ve ev roj jî wek sembola têkoşîna jinan hat naskirin, dema ku jinên kedkar li Amerîka û Ewropayê daketin qadan û banga mafên xwe kir.”

Xûd El Îsa destnîşan kir ku 8’ê Adarê êdî bûye sembola têkoşîna jinan a di nav rêxistin û tevgerên jinan de û got: ʹʹSedsala 21’emîn dê bi saya têkoşîna jinên a li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan, bibe sedsala azadiya jinan ne tenê li Kurdistanê, lê belê li seranserî cîhanê.ʹʹ

Der barê siyasetên pergalên zayendperest û zordest ên li dijî jinan de Xûd got: "Ji ber serkeftinên ku jin di şoreşa 19'ê Tîrmehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anîne, hêja ye ku ew şoreş bi navê şoreşa jinê were naskirin."

Xûd El Îsa hedefgirtina jinan ji aliyê pergalên dijber ve şermezar kir û got: "Qonaxa ku em niha tê de dijîn ji bo hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojhilata Navîn qonaxeke dîrokî ye. Em ê bi destê xwe dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" binivîsin û armancên xwe pêk bînin."

Di dawiya axaftina xwe de Xûd El Îsa 8'ê Adarê li dayik û hevjînên şehîdan û li Rêber Ocalan pîroz kir û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan nû kir.

Di dawiyê de peykerê jina Ereb ê ku ji aliyê Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê ve hatibû amadekirin, li qada Îtfaiyê hat danîn.

DÊRAZOR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8xS5W-MbXes" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Di heman çarçoveyê de, Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya bi koordîneya Komîteya Jinan a Dêrazorê meşeke girseyî li herêma Seba Kîlo ya rojavayê Dêrazorê li dar xist.

Meş ji çerxerêya Seba Kîlo ber bi Gerînendetiya Çandiniyê ve bi rê ket, li wir hevseroka Meclisa Rêveber a Dêrazorê Şehnaz El Hefel axivî, hemû şehîdên azadiyê û jinên azadîxwaz bi bîr anîn.

Şehnaz destnîşan kir ku dedsala 21'emîn dê bibe sedsala şoreşa jinan.

Her wiha, rêvebera nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê Şehrezad El Casim destnîşan kir ku jin hêmana sereke ya avakirina civakeke aştiyane ne û diyar kir ku pergalên hegemonîk  rola jinan paşguh kir da ku nasnameya jinan tune bikin û ew bi tenê serweriya civakan bikin.

Şehrezad El Casim di dawiyê de got, jin li hember pergalên dîktator ên ku bi navê ol û kevneşopiyê şerê jinan dikin, serî hildan û hebûna xwe bi rêya têkoşîna xwe îsbat kir.

(mh)

ANHA