​​​​​​​Jinan di 8’ê Adarê de soza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan da

Jinên li Heleb û Şehbayê di çalakiya pîrozkirina 8`ê Adarê de soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan da.

8 adar, 2023   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve” bi hezaran jin û şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Efrîn û Şehbayê bi du meşên girseyî Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir.

HELEB

Bi hezaran jin, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin li pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd, bi hildana wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û yên şehîdên azadiyê û pankartên "Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve" dest bi çalakiyê kir.

Girseya gel di nava taxê re geriya û ber bi Qada Şehîdan ve bi rê ketin. Li wir meş veguherî mitîngê û destpêkê qeyda deng a Rêber Ocalan a derbarê mafê jinan de hat guhdarîkirin. Piştre bi navê Kongra Star Zelal Ceger axivî, Roja Jinan a Cîhanê li tevahiya jinên cîhanê û li Rêber Ocalan pîroz kir.

Zelal got: “Bi saya şehîdên azadiyê, Sakîne Cansiz, Jiyan Tolhildan, Sosin û Hevrîn Xelef me destkeftiyên xwe parastin û em îro vê roja cîhanî pîroz dikin.”

'BI RENGÊ JINÊ JIYANA AZAD TÊ AFIRANDIN'

Zelal Ceger anî ziman ku bi saya fikrê Rêber Ocalan ku gotibû bi rengê jinê û şoreşa wê jiyan rengîn dibe û jiyana azad tê afirandin, ew şoreşa azadiyê bi rê ve dibin û ew ê armancên xwe pêk bînin.

Zelal diyar kir ku pergalên paşverû û zordest ji bilî xerabî û talanê tiştek neanîn, ji lew re ew wek jin wê bi îradeya xwe ya azad siyaset û planên wan têk bibin.

'EM Ê ŞOREŞ Û MÎRASÊ XWE YÊ DÎROKÎ BIPARÊZIN'

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xaliye Kejwan jî Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li tevahiya jinên têkoşer û berxwedêr û gelên ku li ser şopa fikrê Rêber Ocalan dimeşin, pîroz kir.

Xaliye bal kişand ser girîngiya parastina destkeftiyên jinan û got: “Bi îsrar û hêviyê em ê şoreş û mîrasê xwe yê dîrokî biparêzin û bigihîjin armancên xwe.” 

ŞEHBA

Bi deh hezaran jinên kantona Efrîn û Şehbayê ji bo pîrozkirina 8`ê Adarê meş li dar xist.

Meşê ji rêya di navbera gundê Til Qirah û navçeya Ehdas de dest pê kir, di kolana sereke re berdewam kir û li Qada Rêber Abdullah Ocalan a gundê Til Sosîn veguherî mitîngê.

Jinên ji Desteya Çandiniyê, Desteya Şaredariyan, Heyva Sor a Kurd û Tevgera Çand û Hunerê bi cil û bergên folklorî tevlî meşê bûn. Di meşê de alên Kongra Star, wêneyên şehîdên jin û Rêber Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û bênavber slogan hatni avêtin.

Di mitîngê de, li qeyda deng a Rêber Abdullah Ocalan a derbarê azadiya jinan de hat guhdarîkirin. Piştre li ser navê Kongra Star a herêma Efrînê û bajarê Hesekê Nisrîn Efrîn axivî û 8`ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û Rêber Ocalan pîroz kir.

Nisrîn destnîşan kir ku jinan bi saya felsefeya Rêber Ocalan dewa mafê xwe kirin û dengê xwe gihand seranserê cîhanê, her wiha diyar kir ku dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” veguheriye dirûşmeya tevahî jinên cîhanê.

Endama Desteya Jinan Emîne Mele jî Roja Jinên Kedkar a Cîhanê pîroz kir û anî ziman ku jin dikarin bi şoreşa civakî rabin û qaûnên li ser hatine ferzkirin biguherînin.

Bi navê Malbatên Şehîdan jî Xedîce Îbo axivî, 8`ê Adarê pîroz kir û şehîdên di oxira welat û doza azadiya jinê de xwe feda kirine, bi bîr anîn.

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(mh/cx)

ANHA