Li Kobanê, Minbic û Tebqayê meşên girseyî yên 8`ê Adarê

Jinan bi minasebata Roja Jinên Kedkar a Cîhanê soza berdewamkirina têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalar nû kir û piştevaniya xwe ji bo serhildana li Rojhilatê Kurdisanê-Îranê nîşan da.

8 adar, 2023   13:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Kobanê, Minbic û Tebqayê jinan bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve” meşên girseyî li dar xistin.

Bi hezaran jinên ji pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Çerkez û Ermen, nûnerên saziyên civaka sivîl, rêxistinên jinan, partiyên siyasî, nûnerên Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî û ewlekariyê, her wiha bi sedan mêr beşdarî çalakiyan bûn.

Jinan cil û bergên folklorî, wêneyên Rêber Ocalan û pankertên bi nivîsên “Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve” û wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, Sakîne Cansiz, Hindi El Xidêr, Seida El Hermas û Jîna Emînî hildan.

Meşa Kobanê ji pêşiya nexweşxaneya bajêr dest pê kir û li daristanê veguherî mitîngê.

Li Minbicê jî jinan ji pêşiya Nexweşxaneya Firat heta Kolana Wadî meşiyan.

Li Tebqayê jî girseya gel ji Taxa yekemîn a bakurê bajêr dest bi meşê kir. Meş li pêşiya navenda Çand û Hunerê ya li taxa duyemîn rawestiya.

Meşên li her sê bajaran veguherîn mitîngan, tê de li ser navê sazî û rêxistinên jinan ên li kantona Kobanê û bajarên Minbic û Tebqayê axaftin hatin kirin.

Li Kobanê, endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Emîne Bekir wiha axivî: “Ji bajarê berxwedanê ku jin tê de li dijî DAIŞ`ê bi ser ketin, em ji tevahî jinên cîhanê re dibêjin, bêdeng nebin, îro roja we ye. Ev roj ji bo tevahî jinan rojek dîrokî ye. Jinan bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavên mezin avêtin. Ev serdem wê bibe serdema azadiya jinan. Em ê heta pêkanîna azadiya tevahî jinan, li qadan bin û têkoşînê geş bikin.”

Li Minbicê jî, Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Nûra El Hamid axivî û ev roj li tevahî jinên cîhanê, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got: "Me rêya azadiya jinên cîhanê tevahî xêz kir. Van têkoşeran herêm û cîhan ji rêxistina terorîst rizgar kir, sazî, rêveberî û partiyên siyasî ava kirin.”

Nûra bal kişand ser bandora Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser jinên cîhanê û wiha dom kir: "Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tevahî cîhanê bûn mînak û diruşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ ji bo nexşekirina Şoreşa Jinan li Îranê esas girtin. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî desthilata Îranê piştgiriyê didin jinên Rojhilat û Îranê."

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif jî ev axaftin kir: “Ev roj ne tenê roja azadiya jinê ye, lê belê roja hemû azadîxwazan e. Em mêrên demokrat ên banga azadiya jinê dikin silav dikin û di serî de Rêber Abdullah Ocalan ku hevalê herî nêz ê jinê ye û bi felsefe û fikrê wî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dîrokeke nû tê nivîsandin."

Foza bal kişand ser girîngiya rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Şoreşa Jinan li tevahî cîhanê de û wiha domand: "Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya şoreşa jinê şoreşeke cîhanî bi rê ve dibin. Em bi têkoşîna xwe diyar dikin ku na ji kuştin, na ji hedefgirtina re, wê tu êriş nikaribin ku em ji rêya şoreş û azadiya jinan gav paş de biavêjin.”

Li Tebqayê jî, Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Semîre El Hebeş îşaret bi girîngiya 8′ê Adarê di dîroka têkoşîna jinan de kir û got jin têkoşîna xwe li dijî zihniyeta baviksalarî dewam dike.

Semîre bang li tevahî jinan kir ku bi hev re ji bo azadiya jinan û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin, destkeftiyên şoreşa jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember hewldanên înkar, paşguhkirinê biparêzin û têkoşîna li dijî tevahî şêweyên dagirkerî, qirkirin û tundiyê bidomînin.

Şêwirmenda Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê Eylem Çerkes jî Roja Jinên Kedkdar a Cîhanê li tevahî jinan û li Rêber Ocalan pîroz kir.

Çalakî bi dirûşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi dawî bûn.

(fr/cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7Z1Lh9n7EIM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>