Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê

Bi deh hezaran jin û şêniyên kantona Qamişloyê bi meşên girseyî 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kir.

Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
Pîrozbahiyên 8’ê Adarê yên li Qamişloyê
8 adar, 2023   12:45
QAMIŞLO

Îsal dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve” di meşên girseyî yên 8`ê Adarê yên li bajar û navçeyên kantona Qamişloyê de berz bû.

Li Qamişloyê bi tevlêbûna bi sedan jin û şêniyan meşên girseyî ji Çerxerêya Siyahî dest pê kir. Jinan cilên û bergên gelêrî li xwe kirin.

Alên Kongra Star, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Jin, Jiyan, Azadî” hatin bilindkirin.

Bi sedan jinên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û endamên saziyên sivîl, civakî, siyasî, xizmetguzarî, jinan, olî, ciwanan, enternasyonalîst û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî meşê bûn.

'EM Ê BI HEV RE PÊŞENGIYA ŞOREŞA XWE BIKIN'

Meş li Stada Şehîdên 12`ê Adarê veguherî mîtîngê. Piştî deqeyeke rêzgirtinê axaftinan dest pê kir. Hevseroka Medclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid 8`ê Adarê li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî jinên berxwedêr ên cîhanê pîroz kir û serhildana li Rojhilatê Kurdistanê-Îranê silav kir.

Bêrîvan diyar kir ku pîrozkirina 8`ê Adarê îsal ji salên berê cudatir e, ji ber ku bûyerên giran li herêmên rû dan mîna erdheja 6`ê Sibatê û wiha dom kir: “Lê ev nayê wateya ku em ê têkoşîna xwe rawestînin, lê belê di nava şoreşa xwe de em ê her roj bikin 8`ê Adarê.”

Bêrîvan anî ziman ku jinên ku Şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve bir, dê karibin destkeftiyên xwe ji êrişên qirkirinê yên hêzên kapîtalîst jî biparêzin û got: “Tu hêz nikarin îradeya jinên birêxistinkirî yên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişikînin. Em ê bi hev re bîrdoziya rizgariya jinan biparêzin û rêya şehîdên jin bidomînin.”

Bêrîvan soza parastina Şoreşa 19`ê Tîrmehê û destkeftiyên şoreşê nû kir û got: “Em ê bi hev re her çar parçeyên Kurdistanê bikin yek.”

Bêrîvan di dawiya axaftina xwe de ev peyam da jinên serhildêr ên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê: “Em amade ne bi hev re pêşengiya şoreşa xwe bikin.”

‘ŞOREŞA ROJAVA HÊVIYA AZADIYÊ YA TEVAHÎ JINAN E’

Endama Tevgera Jinên Komunîst ên Şoreşger Mizgîn Erebo jî diyar kir ku 8`ê Adarê roja berxwedana li dijî sîstema baviksalar û kaptalîst û têkoşîna li dijî hemû cureyên tundiya li dijî jinan e û destnîşan kir ku Şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêviya azadiyê ya tevahî jinên cîhanê ye.

Mizgîn Roja Jinan a Cîhanê li tevahî şervanên jin ên li çiyayên azad pîroz kir.

Endama Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan Nûra Hene jî diyar kir ku di demekê de ku jinan nan û gul rakirin, bi çekan û tundiyê hatin hedefgirtin û got: “Sîstem û hikumetên zordest jinên tekoşer wekî xeterî li ser xwe dibînin. Çewisandina jinan li Efganistan, Tirkiye, Îran û Sûriyeyê û bikaranîna tundiyê li djiî wan û hedefgirtina jinên fermandar û pêşeng, mînaka herî berbiçav a vê yekê ye.”

AMÛDÊ

Girseya gel li Qada Şehîd Cîhad kom bûn û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên Kongra Star, pankartên bi nivîsên “Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve” bilind kirin.

Jinên ku cil û bergên folklorî li xwe kiribûn, li kolanên navçeyê geriyan û bê navber dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî Têkoşîna Jinan” berz kirin.

Meş li Qada Jinan veguherî mîtîngê. Li wir piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama rêveber a Kongra Star a Qamişloyê Şaha Xelîl wiha axivî: “Em tekez dikin ku hemû sîsetmên zordest dê bi siyaset û çekên xwe nikaribin têkoşîna jin û gelên azadîxwaz bidin rawestandin. Va ye şoreşa Jin, Jiyan, Azadî li seranserê cîhan li dijî zilmê belav dibe, ev yek bi saya fikr û felsefeya Rêber Ocalan û fedakariyên şehîdên mîna Sara, Bêrîtan, Zîlan, Arîn û Barînan e.”

TIRBESPIYÊ

Bi sedan şêniyên Tirbespiyê ji pêş navenda Kongra Star li aliyê rojhilatê navçeyê dest bi meşê kir. Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên Kongra Star hildan.

Meş li sûka navendî ya li naverasta navçeyê geriya û li pêş navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê veguherî mîtîngê.

Li wir endama rêveber a Kongra Star Zeyneb Mihemed 8′ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz û spasiya lehengî û têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê li hember zilm û zordariyê kir.

Zeyneb wiha got: "Dirûşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ sinorê Rojhilata Navîn derbas kir û êdî ew dirûşm bû dirûşma jinên tevahî jinan û wek rêgeza têkoşîna li dijî koletî û zilmê esas girtin."

Zeyneb destnîşan kir ku dê têkoşîn li hember zîhniyeta baviksalar û desthilatê dewam bike û dê jin tevahî mafên xwe wergirin û civakê bi rê ve bibin.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên Girkê Legê meşek ji Qada Şehîd Xebat a li rojavayê navçeyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên gelek têkoşer û şehîdên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hildan.

Meş li kolanên navçeyê geriya. Di meşê de dirûşmên ′Jin, Jiyan, Azadî′ hate berzkirin. Meş li naverasta sûka navendî ya li navçeyê veguherî mîtîngê.

Li wir, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer axivî û 8′ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got ev roj xwedî gelek wateyên mezin ên têkoşîna jinan e. Emîne diyar kir ku jinên li seranserî cîhanê hîna di oxira pêkanîna edalet û azadiyê de bi dirûşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ tê dikoşin.

DÊRIK

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6yhWxhPChko" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li navçeya Dêrikê jî bi sedan jin û şêniyên Dêrik, herêma Koçerat û Beravê li Qada Azadî kom bûn ku beşdarî meşa 8′ê Adarê bin.

Beşdaran dirûşmên ′Jin, Jiyan, Azadî′, alên Kongra Star hildan.

Meş li tevahî kolanên navçeyê geriya û li pêş navenda Kongra Star veguherî mîtîngê.

Li wir hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Rûken Ehmed axivî û 8′ê Adarê li Rêber Ocalan û gerîlayên tevgera azadiyê û tevahî jinên li Kurdistan û cîhanê pîroz kir. Rûkenê bang li jinan kir ku têkoşîneke giştî bidomînin û got: "Divê hemû rojên me bibin roja azadiya jinan."

Rûkenê bal kişand ser pêwîstiya têkoşîna birêxistinkirî û wiha domand: "Da ku em azadiya tevahî jinan pêk bînin, divê em destpêkê tevahî jinên di civakê de bi rêxistin bikin û bi rêya vîn û hişyarkirinê wan li ser rizgariya ji koletiyê şiyar bikin. Bi hezaran jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dirûşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ berz dikin, lê ev dirûşm bi azadî, vîn û wekheviyê ve girêdayî ye.”

TIL KOÇER

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KLbIRttrxwM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li Til Koçerê jî meş bi beşdariya bi dehan şênî û jinên navçeyê ji pêş Parka Rêber Abdullah Ocalan ber bi avahiya Şaredariya Gel a Til Koçerê dest pê kir.

Beşdaran di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedan û têkoşîna jinan, silavkirina berxwedana Rêber Ocalan berz kirin.

Li pêş avahiya şaredariyê, meş veguherî mîtîngê. Li wir endama Daîreya Elektrîkê ya navçeyê Emel El Celod 8′ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û bal kişand ser tecrîda li dijî Rêber Ocalan û wiha got: "Di vê rojê de em zirgarkerê jinê ku hîna di girtîgeha Îmraliyê de tê tecrîdkirin, ji bîr nakin. Ji lew re em banga azadiya wî ya fîzîkî dikin."

Dûre endama Kongra Star a Til Koçerê Xada El Şiblî hemû şehîdên azadiyê ku di oxira azadiya tevahî jinan de canê xwe daye, bi bîr anîn û ev roj li tevahî dayik, keç û hevjînên şehîdan pîroz kir.

TIL HEMÎS 

 

Li navçeya Til Hemîsê bi sedan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û partî li pêşiya avahiya Kongra Star kom bûn. 
Meşê ji pêşiya navendê dest pê kir û li çerxerêya Sewami rawestiya û veguherî mîtîngê. Di mitîngê de endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Qamişloyê Perwîn Yusif axivî û 8'ê Adarê li jinên navçeyê û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) pîroz kir. 
Perwîn diyar kir ku ew dê şopdarên rêya şehîdan bin ku ji bo azadkirina jinan ji pergala baviksalar tê koşiyane û got: "Jinên Kurd, Ereb û Suryan piştgiriya şoreşa Rojhilatê Kurdistanê dikin."   
TIL BIRAK  
 
Li Til Birakê jî bi sedan şêniyên navçeyê tev li meşê bûn ku ji Çerxerêya Firinê dest pê kir.
Meş li Çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Meclisa Jinan a PYD'ê ya Qamişlo Zehra Semo axivî. Zehrayê 8'ê Adarê li gemû jinan pîroz kir û got: "Jin li hember hemû cureyên çewisandinê li ber xwe didin. Em dê li hember hemû rêbazan bisekinin ku nurxê jinan kêm dikin. Bi taybet li hember dewleta Tirk a dagirker ku hîna şerê jinan dike.”
Di dawiyê de Zehrayê soza şopandina rêya şehîdan da ku ji bo azadiya jinan û rûmeta wan şehîd bûne.
(ekîb)
ANHA