​​​​​​​Şandeya zanîgehên Rojava û Kobanê serdana xwe ya li Almanyayê bi dawî kir

Şandeya Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê di dawiya serdana xwe ya bo Almanyayê de peymana dostaniyê û biratiyê bi Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Emden/Leer re nû kir.

​​​​​​​Şandeya zanîgehên Rojava û Kobanê serdana xwe ya li Almanyayê bi dawî kir
​​​​​​​Şandeya zanîgehên Rojava û Kobanê serdana xwe ya li Almanyayê bi dawî kir
​​​​​​​Şandeya zanîgehên Rojava û Kobanê serdana xwe ya li Almanyayê bi dawî kir
​​​​​​​Şandeya zanîgehên Rojava û Kobanê serdana xwe ya li Almanyayê bi dawî kir
​​​​​​​Şandeya zanîgehên Rojava û Kobanê serdana xwe ya li Almanyayê bi dawî kir
​​​​​​​Şandeya zanîgehên Rojava û Kobanê serdana xwe ya li Almanyayê bi dawî kir
8 adar, 2023   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî endama Fakulteya Jinelojiyê ya Zanîngeha Kobanê ku endameke şandeyê ye Dîcle Heyder, şandeya Zanîngeha Rojava û ya Kobanê duh peymana dostaniyê û biratiyê bi Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Emden/Leer a almanî re heta 5 salan nû kir.

Peyman cara yekemîn di 2018`an de hatibû îmzekirin. Ev peyman, têkiliyên di navbera beşên her du zanîngehan de bi rêxistin dike û li gorî wê semînerên hevbeş bi rêya înternetê û lêkolînên hevbeş têne parvekirin.

Dîcle Heyder li ser mijarê got: “Gotin ew destpêkê di wê baweriyê de bûn ku têkilî piştî bidawîbûna dema peymana yekemîn, dê bi dawî bibe. Lê niha bi nûkirina wê re kêfxweş in. Her wiha ji me re destnîşan kirin ku wan sûd ji vê tecrubeyê, parvekirina agahiyan û semîneran girtiye.”

Piştî nûkirinê, şandeyê diyarek da Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Emden/Leer û wan jî diyarî li endamên şandeyê belav kirin.

Şandeya zanîngehan tev li konferansekê bûn ku li zanîngehê têkildarî pergala perwerdeyê ya li ser wekheviya her du zayendan, demokrasiyê û parastina hawîrdorê hatibû lidarxistin.

Şande 18`ê Sibatê gihaştibû Almanyayê û di çend rojên dawîn de serdana Zanîngeha Bremenê, Zanîngeha Alice Salomon û Zanîngeha Leonburgê kir. Bi rayedar, mamoste û xwendekarên zanîngehan re civiya û pergala zanîngehên Rojava nîqaş kirin û Fakultaya Jinelojiyê bi wan da nasîn. Her wiha bi çalakvanên jin re civiyan û gelek mijarên girêdayî têkoşîna jinan nîqaş kirin.

(şx)

ANHA