Bi deh hezaran kes 8`ê Adarê pîroz dikin-HAT NÛKIRIN

Bi deh hezaran jin û şêniyên Qamişlo, Heleb, Kobanê, Minbic, Hesekê, Reqa û Tebqayê daketin kolanan û 8`ê Adarê pîroz dikin.

8 adar, 2023   09:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve” ji bo pîrozkirina 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek deveran meş hatin lidarxistin.

KANTONA QAMIŞLO

Meşê li bajarê Qamişlo ji Çerxerêya Şehîdên Suryan (Çerxerêya Siyahî) dest pê kir.

Li Amûdê meşê ji Qada Şehîd Cîhad, li Tirbespiyê jî ji pêşiya navenda Kongra Star dest pê kir.

Li navçeya Çilaxa jin û şêniyan ji Qada Şehîd Masûm, li Girkê Legê ji Qada Şehîd Xebat, li Til Koçerê ji pêşiya Parka Abdullah Ocalan, li Dêrikê jî ji Qada Azadî dest bi meşê kir.

Li navçeya Til Hemîsê jî meşê ji pêşiya navenda Kongra Star, li Til Birakê ji Çerxerêya Firinê dest pê kir.

KOBANÊ

Bi hezaran şênî ku piraniya wan jin bûn, li daristana bajêr kom bûn û li ber stranên şoreşgerî govend gerandin, piştre ber bi rêya Cerablusê ve dest bi meşê kir.

MINBIC

Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Firatê dest pê kir û heta kolana Wadî dewam kir. Bi sedan jin û mêr tev li meşê bûn.

HELEB

Meşê bi beşdariya bi sedan jin û mêrên ji hemû pêkhateyan ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê ya li rojavayê taxa Şêxmeqsûd dest pê kir. Jinan cil û bergên folklorîk li xwe kirin û wêneyên şehîdên jin bilind kirin.

TEBQA

Bi sedan jinên bajêr û endamên saziyên sivîl û leşkerî, malbatên şehîdan û partiyên siyasî ji taxa yekemîn dest bi meşê kir.

REQA

Bi sedan jinên bajêr, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û malbatên şehîdan ji Çerxerêya Panorama a li başûr rojavayê Reqayê dest bi meşê kir. Beşdaran wêneyên şehîdên jin, yên Rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Bi berxwedana jinan jiyan geş dibe û em ê terorê têk bibin” hatin rakirin.

Tê payîn ku meş li Qada Îtfaiyê veguhere mîtîngê, li ser navê Kombûna Jinan a Zenûbiyayê axaftin werin kirin û perde ji ser peykerê Jina Ereb ku ji aliyê Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê ve hatiye danîn, bê rakirin.

HESEKÊ
Li Hesekê û navçeyên wê tevahî meşên bi boneya 8′ê Adarê dest pê kirin. Li Hesekê meşê ji pêş Mizgefta Xelîl a li taxa Salihiyê dest pê kir û heta kolana ber bi taxa El Muftî ve dewam kir. Li navçeya Holê jî meşê ji pêş Komeleya Perwerdê heta deriyê ketina navçeyê dewam kir.
Li navçeya Dirbespiyê, jin û şêniyan ji pêşiya Parka Şehîd Zevîn dest bi meşê kir û heta navenda Kongra Star meşiyan. Li Til Temirê jî, meşê ji pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir.
Her wiha li navçeya Zirganê li Yarîgeha Dolawiyê mitîng hate lidarxistin.

(cx)

ANHA