Kongra Star : Em ê her kêlî veguherînin berxwedanê

Kongra Star 8`ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir û diyar kir ku meşa berxwedanê ya ji mîrateya dîrokî ya berxwedana jinên di kargeha tekstîlê de dixebitîn, heta roja îro didome.

Kongra Star : Em ê her kêlî veguherînin berxwedanê
8 adar, 2023   06:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de 8`ê Adarê di şexsê Roza Luksemburg û Leyla Qasım, Leyla Şaylemez, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Jîna Emînî,  Tolhildan, Nagîhan, Hind, Seida, Çîçek, Zeyneb û şehîdên din de li hemû jinên cîhanê hat pîrozkirin û heta gotin: “Ev roj temsîla ruhê berxwedan û têkoşîna jinan e. Em Rêber Abdullah Ocalan ku bi talîmata xwe nîşan da ku ew hevalê rast ê jinan e, silav dikin. Jinên cîhanê û şehîdên azadiya jinê bi rêz û minetdarî bi bîr tînin.”

Di dewama daxuyaniyê de Serhildana bi pêşengiya jinên Rojhilatê Kurdistanê-Îranê jî hat silavkirin û bal hat kişandin ku dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bûye slogana hevpar a tevahî jin û civakên ku azadiya xwe di azadiya jinê de dibînin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jinên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi têkoşîn û îradeyeke mezin berxwedan û têkoşîna azadiyê gihandin asta herî jor.

Daxuyaniyê wiha dom kir: “Meşa berxwedan û têkoşînê ya ji mîrateya dîrokî ya berxwedana jinên di kargeha tekstîlê de dixebitîn heta roja îro didome.

Em soz didin ku em ê heta serkeftinê berxwedan û têkoşînê bidomînin. Em bang li hemû jinan dikin ku heta serkeftina azadiyê li qadan bin. Têkoşîna di hemû qadên jiyanê de wê bibe rêya rizgarî û bidawîkirina tundiya li ser jinê. Em weke rêxistinên jinan ji bo azadiya hemû jinên cîhanê divê her kêlî li ber xwe bidin.”

(cx)