Li Qamişloyê dar hatin çandin

Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Qamişlo bi boneya 8′ê Adarê dar çandin

Li Qamişloyê dar hatin çandin
7 adar, 2023   13:16
QAMIŞLO

Bi boneya 8’ê Adarê Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Qamişlo bi beşdariya nûnerên malên jinan ên herêma Cizîrê, li Akademiya Mezopotamyayê 40 dar curbecur û giya çandin.  Her wiha Tirî, Lêmûn û giyayê bi navê  Bîberye û jê re dibêjin (çaya kesk) hatin çandin.

di dawiya çandina daran de jinan dîlan gerand.

(he)

ANHA