79 caran qadên gerîla hatin bombekirin

Artêşa Tirk a dagirker 79 caran bi obus, hawan, tank û çekên giran qadên gerîla topbaran kirin.

79 caran qadên gerîla hatin bombekirin
7 adar, 2023   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye ye:

"Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser hêzên me dewam dikin. Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan wiha ne:

6′ê Adarê li qada Girê Ortê ya Metîna, li qadên Girê Şehîd Kamûran, Girê Şehîd Heqî û derdora Çemê Lolanê yên li Xakurkê û li qadên berxwedanê yên Sîda û Çemçoyê çeperên me yên berxwedanê bi obus, hawan û çekên giran 79 caran hatin bombekirin."