'Eger ji bo sûriyeyan baş be, em bi vegerandina têkiliyên bi Şamê re ne'

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid diyar kir ku eger vegerandina têkiliyên welatan bi hikumeta Şamê re ji bo sûriyeyan baş be, Rêveberiya Xweser piştgiriyê dide wê gave.

'Eger ji bo sûriyeyan baş be, em bi vegerandina têkiliyên bi Şamê re ne'
7 adar, 2023   06:48
REQA-EHMED EL ESAF

Piştî erdheja ku ji bûyerek mirovî veguherî bûyerek siyasî, hejmareke welatên Ereban nêzî hikumeta Şamê bûn.

Têkildarî mijarê, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid wiha axivî: “Di vê dawiyê de ya balkêş ew e ku gelek dewletên Ereban nexasim Îmarat, Uman û Urdin, nêzîkî hikumeta Şamê bûn.”

Hemdan El Ebid wiha domand: “Wekî Rêveberiya Xweser, em hêvî dikin ku ji bo pêkanîna aştiyê li herêmê vebûna li ser hemû welatên Ereban û welatên derve çêbibe.”

El Ebid diyar kir ku heke ev gav sûdê bide gelê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser erênî nêzî wê yekê dibe, lê bi şerta ku li gorî rêgezên destûrê û biryara NY`yê ya hejmar 2254 be.

El Ebid anî ziman ku ew piştgiriyê didin hemû xebatên mirovî yên ku êşa sûriyeyiyan bi dawî dikin, çi yên ji aliyê dewletên Ereban, yan jî ji aliyê dewletên din ve dibe.

RÊVEBERIYA XWESER JI DIYALOGA SÛRIYEYÎ RE VEKIRÎ YE

El Ebid destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser ji diyaloga bi hikumeta Şamê û aliyên din re vekirî ye û wiha pê de çû: “Bi rêya hebûna me ya siyasî, leşkerî û rêveberî, em amade ne bi hemû aliyên ku dewa diyalogê û çareseriyê dikin re, diyalogê bikin.”

Têkildarî diyaloga bi hikumeta Şamê re, El Ebid wiha anî ziman: “Rêveberiya Xweser ji diyaloga bi hikumetê re vekirî ye, lê bi şerta ku destkeftiyên Rêveberiya Xweser li gorî biryara navneteweyî ya 2254 qebûl bike. Rêveberiya Xweser dixwaze ku yektiiya ax û gelê Sûriyeyê biparêze.”

El Ebid bang li Yekitiya Ereban û dewletên ku dixwazin têkiliyan bi hikumeta Şamê re vegerînin kir ku mafên gelê Sûriyeyê çi yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yan jî yên li rojavayê Firatê yan jî yên li hundirê Sûriyê, di ber çavan re derbas bikin.

Di dawiyê de El Ebid got: “Divê dewletên Ereban di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de li gorî biryara NY`yê ya 2254 de bi rolek erênî rabin.”

(şx/cx)

ANHA