Çareseriya ku bi erdhejê re ji bo Sûriyeyê çêbû - Rauf KARAKOÇAN

Çareseriya ku bi erdhejê re ji bo Sûriyeyê çêbû - Rauf KARAKOÇAN
7 adar, 2023   00:25

Her çend xisara erdhêjê rojeva sereke be jî, partiyeke Tirk a muxalîf bi operasyoneke taybet ji opozîsyonê veqetiya û ev mijar bû rojev. 3 meh beriya hilbijartinê, dûrketina Meral Akşener ji ‘Tifaqa Gel’, xuya ye operasyoneke taybet e ku dê li ser navê desthilata faşîst bê nivîsandin. Dema ku îhtîmala guherîna desthilatê derket holê, ji ber ku dê pergala şêlandinê jî aşkera bibe û heta derdora Meral Akşener jî here, derketina “Asena Meral” (‘asena’ navek e ku jinên nîjadperest ên Tirk li xwe dikin) dê wek hewldana jihevxistina bloka muxalefetê bikeve nava rûpelên dîrokê. Ev hilbijartin ji hilbijartinên giştî wêdetir, xwedî wateyekê ne. Hêzên ku rêveçûna rûdanên siyasî yên li Tirkiyeyê, dişopînin, ji nêz ve van hilbijartinan dişopînin.

Li Tirkiyeyê lingekî siyasete, çi desthilat ço jî opozîsyon, di çalê de ye. Pirsgirêkên herêmî yên ji ber erdhejê jî di bin siya wê de ne û li gorî xwe dewam dikin. Li ser mexdûriyeta ji ber erdhejê, hemleyên siyasî yên nepêşbînkirî çêbûn. Di navbera Urdin-Sûriyeyê, Misir-Sûriyeyê, Misir-Tirkiyeyê, Yewnanistan-Tirkiyeyê de rêbaz guherî, nêzîkbûn çêbû û ji bo diyalogan û muzakereyan gavên nû hatin avêtin. Têkiliyên ji ber erdhejê nêzîk bûne, di vê demê de pêwîstiya guherîna têkiliya di navbera welatan de nîşan dide.

Piştî ku Mûrsî bi derbeyekê hate xistin ku di dema Bihara Ereban de hatibû ser desthilatê, nakokiyê di navbera Erdogan û Misirê de dest pê kir. Piştî ku Sîsî dest bi wezîfeyê kir, Erdogan têkiliyên xwe yên bi Misirê re sekinandin. Di her firsendekê de êrişî Sîsî kir, heqaretên herî giran lê kirin û nîşaneya “Rabîa” çêkir. Bi ser de jî, ji bo çalakiyên Îxwan Muslimîn cih vekir û piştgirî da wan. Di dawiyê de dema bi minasebeta Kûpaya Cîhanê çû Qeterê, heçku tiştek nebûye, neçar ma destê Sîsî bigire. Misir dilê siyaseta Ereban e. Xuya ye girîngiya destpêkirina ji Misirê ji bo sererastkirina têkiliyên bi Ereban re fêm kiriye. Giraniya Misrê ya li ser Lîbyayê dîtibû. Rewşeke bi heman rengî dibe ku ji bo Sûriyeyê jî derbasdar be.

Daxwaza sereke ya Misirê jî li rojhilatê Deryaya Spî peymanên dualî yên bi Yewnanistanê re ye. Pirsgirêkên Tirkiyeyê yên bi NAVTEX'ê re derketine holê ku ji bo xebatên sondajê yên li Deryaya Spî da destpêkirin, bandoreke neyînî li xetên sor ên Misirê yên li ser Lîbyayê û têkiliyên wê yên bi Yewnanistanê re kir. Diyar e ku Erdogan dest bi dan û standinan bi Misrê re kir û ew neçar kir ku hem li ser pirsgirêka li rojhilatê Deryaya Spî û hem jî di mijara Îxwan Muslimîn de gavekê bi paş de biavêje.

Pirsgirêka Sûriyeyê ku ji ber erdheja li Tirkiyeyê paşguh bûbû, dîsa bi wesîleya erdhejê zindî bû. Hevdîtinên Cinêv û Astanayê yên ji bo Sûriyeyê tên organîzekirin, dûrî derxistina çareseriyekê ne. Sûriye malbateke civaka Ereban a. Ji ber vê yekê, vegera wê ya li Komkara Erebî dê ji bo Sûriyeyê bibe destkeftiyeke gelekî girîng. Esad ji nû ve têkiliyên xwe yên bi welatên Ereban re zindî dike û ev yek dikare wek gerên beriya ketina nava komkarê bê şîrovekirin. Wateya serdana wî ya yekem a li Umanê ev e. Banga Siûdiyan a ji bo diyaloga bi Şamê re di Konferansa Munchenê de, dikare wek 'plana çareseriyê' ya Ereban a ji bo Sûriyeyê bê dîtin. Piştî vê jî şandeyên hin welatên Ereban çûn Şamê û daxwaza normalîzekirina têkiliyên di navbera her du welatan de bi dîplomasiya telefonê ya bi Tunisê re jî, îşaretê bi vê yekê dike.

Tevî ku Urdin di nava hêzên koalîsyona DYA’yê de ye jî, lê li dijî serdana Esad a Urdinê tiştek negot. Ev jî bê guman tê wê wateyê ku têkiliyên welatên Ereban ên bi Şamê re qebûl kirine. Lê belê DYA bi giştî li dijî têkiliyên bi Sûriyeyê re helwest nîşan dida. Dê ne li gorî berjewendiya DYA'yê be ku Sûriyeyê bi temamî ber bi Rûsya û Îranê ve were dehfdan û ji civaka Ereban îzole bike. DYA jî neçar e serî li lêgerînên nû bide. Ev hemû pêşketin, tê wateya vekirina deriyên nû ji bo Sûriyeyê.

Dem dê nîşan bide ka gelo Misir dikare li Sûriyeyê û di Komkara Erebî de bibe lîstikvaneke sereke, lê wergirtina însiyatîfê ji aliyê Urdinê ve, dê encamên bibandortir ji bo DYA û NY'yê bi xwe re bîne. Tevî ku di nava koalîsyona li dijî Sûriyeyê de cih girt jî, rûniştina li ser maseya muzakereyê ya bi Sûriyeyê re, teqez dê têkiliyên Sûriye-Ereban bilezîne. Mijarên wekî ewlehiya sînor a Urdinê, vegera penaberan û yekitiya Sûriyeyê jî di van dan û standinan de bi bandor in.

Ji ber erdhejê, alîkariya mirovî ya NY, DYA û YE’yê ya ji bo Sûriyeyê, ne tenê bi alîkariyê re sînordar bû. Di heman demê de derfet da vekirina kanalên siyasî. Pejirandina wan a nêzîkbûneke nû ji Sûriyeyê re, rê li ber sivikkirina tecrîda li ser Sûriyeyê vekir. Mimkun e ku DYA û welatên YE'yê yên ku bala xwe didin ser şerê Ukraynayê jî wekî ku bi Ereban re pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin, were şîrovekirin. Têkliyên Sûriyeyê yên bi Ereban re û amadebûna DYA’yê ji bo vê yekê, pirsa ‘gelo dê Rûsya, Îran û Tirkiye çareseriyeke alternatîf ji siyaseta xwe ya Sûriyeyê re pêşkêş bikin?’ derdixe holê. Heke rêzecivîn, çi veşartî çi jî aşkera, dê ji bo lêgerîna çareseriya li Sûriyeyê bin, divê Rêveberiya Xweser jî tev li vê trafîka têkiliyan bê kirin.

Mafekî herî normal e ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lêgerîna çareseriyê ku tê de tune ye, bi guman lê binêre. Yekitiya Sûriyeyê, destûra nû, qebûlkirina Rêveberiya Xweser, pêşxistina demokrasiyê, belavkirina çavkaniyan, vegera koçberan, vekişîna Tirkiyeyê ji herêmên dagirkirî, tunekirina çeteyên bermahiyên DAIŞ'ê û gelek mijarên din, divê bi Rêveberiya Xweser re bêne nîqaşkirin. Helwesta Şamê ya têkildarî van mijaran xuya ye. Ji bo pêşveçûna têkiliyên erênî, divê hewcedarî bi karesatên erdhejê yên nû neyê dîtin.

Naskirina statuya Rêveberiya Xweser û lihevkirina li ser hevpariyên herî kêm, dê bibe garantiya çareseriyeke mayînde, aştî û aramiya li Sûriyeyê.