​​​​​​​Çîroka şahiya yekem a 8′ê Adarê ya li Qamişloyê

Yekemîn şahiya Roja Jinan a Cîhanê li Qamişloyê, di 1987′an de li maleke li taxa Hîlaliyê bi beşdariya nêzî 50 jinên Kurd hate lidarxistin. Yek ji beşdarên şahiyê çîroka wê rojê vedibêje.

​​​​​​​Çîroka şahiya yekem a 8′ê Adarê ya li Qamişloyê
​​​​​​​Çîroka şahiya yekem a 8′ê Adarê ya li Qamişloyê
​​​​​​​Çîroka şahiya yekem a 8′ê Adarê ya li Qamişloyê
​​​​​​​Çîroka şahiya yekem a 8′ê Adarê ya li Qamişloyê
​​​​​​​Çîroka şahiya yekem a 8′ê Adarê ya li Qamişloyê
​​​​​​​Çîroka şahiya yekem a 8′ê Adarê ya li Qamişloyê
​​​​​​​Çîroka şahiya yekem a 8′ê Adarê ya li Qamişloyê
​​​​​​​Çîroka şahiya yekem a 8′ê Adarê ya li Qamişloyê
​​​​​​​Çîroka şahiya yekem a 8′ê Adarê ya li Qamişloyê
7 adar, 2023   03:32
QAMIŞLO - SILAVA EBDUREHMAN

Ji ber zihniyeta hikumeta Şamê ya baviksalar li Rojava jî tu pîrozbahiyên gel ên Roja Jinan a Cîhanê ya 8′ê Adarê çênedibûn.

Lê jinên Kurd ên li hember vê zîhniyetê disekinîn, di 1987′an de bi komeke ji 50 jinên Kurd ên ji Qamişloyê yekemîn şahiya 8′ê Adarê li maleke taxa li Hîlaliyê ya bajêr li dar xist.

′AMADEKARIYA PÎROZBAHIYA YEKEMÎN ′

Yek ji jinên beşdarî şahiya di 1987′an de ya li Qamişloyê bûye, Şemsê Xan Gulo axivî û wiha got: "Bi rêya her du têkoşer Leyla û Salhe yên tevgera azadiya Kurdistanê me rol û dîroka jinan nas kir."

Şemsê Xan Gulo li ser hûrgiliyên wê rojê ji ajansa me re wiha anî ziman: "Di rojeke biharê de Salhe ji komeke jinan re 8′ê Adarê pêşkêş kir ku şahiyekê di vê rojê de li dar bixin. Me jî ev yek li taxên Qamişloyê belav kir."

Şemsê Xan wiha pê de çû: "Ruxmî rejîma Sûriyeyê lidarxistina şahiyan di vê rojê de qedexe dikir, lê me şahî li darxist. Jinan bersiva banga wan da û mal tijî jin bûn û li stranên şoreşgerî guhdar kirin."

Cîhan Gulo jî yek ji kesayetên welatparêz û dayika du şehîdan e stranên şoreşgerî di nava jinên cara yekemîn ji bo vê şahiyê kom bûne, gotin.

′PIŞTÎ NASKIRINA TEVGERA AZADIYÊ ME NASNAMEYA XWE NAS KIR′

Şemsê Xanê da zanîn ku Roja Jinan a Cîhanê ji bo tevahî jinan xwedî nirxeke mezin e û wiha pê de çû: "Di dîrokê de jin hatibûn paşguhkirin û jibîrkirin. Lê bi naskirina rastiya xwe bi rêya tevgera azadiya Kurdistanê re êdî nasnameya xwe nas kir."

Şemsê Xan Gulo li dawiyê 8′ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Êdî jin li tevahî qadan pêşeng in. Li ser erdê li dijî çeteyên DAIŞ′ê sekinîn û bi saya felsefeya Rêber Abdullah Ocalan mafên xwe bi dest xistin."

(fr)

ANHA