Fedaiyê xak û dayikê

Bîranîna Şehîd Îlan Dara ku di “Berxwedana Serdemê” de bi çalakiya xwe ya fedaî 22 hevalên xwe rizgar kirin û çalakiya xwe diyarî hemû dayikan û xaka xwe kir, hîn jî gelekî zindî ye.   

Fedaiyê xak û dayikê
6 adar, 2023   23:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Şehîd Ehmed Welo (Îlan Dara) 1`ê Çileya 1998`an li gundê Neyrabiyê yê girêdayî Kantona Şehbayê ji dayik bûye. Di nava 3 bira û 6 xwîşkan de zarokê çaremîn e. Dibistana seretayî û navîn li gundê xwe, ya amadeyî jî li Helebê diqedîne. Salekê jî li Zanîngeha Helebê dixwîne.

Bi hestên welatparêziyê mezin dibe, ji jiyanê gelekî hez dike û bi sporê re eleqedar dibe. Dema li zanîhgehê dixwîne (2014) tevlî perwerdeyên fêrbûna nivîsandina bi zimanê Kurdî yên ji aliyê Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ve dihatin dayîn jî dibe. Di encama vê perwerdeyê de bawernameya xwe digire. 

DESTANÊN LI KOBANÊ BIRYARÊ DIYAR DIKIN

Di vê navberê de pêla şoreşa 19’ê Tîrmehê (2012) ku li Helebê jî deng vedabû û li taxên Kurdan jiyanî dibû, bandor mezin li ser kesayeta wî çêdike. Bi taybetî berxwedana dîrokî ya Kobanê (2014-2015) û rizgarkirina herêmên Minbic û Şehbayê wî hêdî hêdî dikişîne nava têkoşîna şoreşgerî. 

Di encama lêhûrbûn û hewldanên xwe jî, 9’ê Mijdara 2016’an li Kantona Efrînê bêşdarî refên YPG’ê dibe û navê Îlan Dara werdigire. Li gel beşdarbûnê ji dayîka xwe re nameyekê dişîne û dibêje, “Silav li heval û mamosteyên min bikin. Jê re bêjin bila baweriya wan bi min hebe ku ev riya min hilbijartî rêya herî rast e.” Piştî perwerdeyên leşkerî û bîrdozî cihê xwe di nava Yekîneyên Antîterorê yên girêdayî YPG`ê de digire.

BANDORA ÇALAKIYA ŞERVANA JIN

Du salan piştî tevlîbûna Şehîd Îlan Dara ya nava YPG’ê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê (20 Çile 2018) destpê dikin. Lewma ew jî di berxwedana ku wê piştî demekê bibe “Berxwedana Serdemê” de cihê xwe digire. Hem dijî êrîşan bênavber têdikoşe, hem jî bi lehengiya hevalên xwe gelekî bandor dibe.

Heft roj piştî destpêkirina êrîşên dagirkeriyê, ango 27’ê Çileya 2018’an şervana YPJ’ê Avesta Xabûr, li gundê Hemam ê girêdayî navçeya Cindirêsa Efrînê dijî dagirkeran çalakiya fedayî pêk anî. Ev çalakî bandorek gelekî mezin li ser Ş. Îlan Dara jî çêdike, lewma berê xwe dide eniya berxwedanê ya Cindirêsê.

MOHRA XWE LI BERXWEDANA SERDEMÊ DA

Li eniya Cindirêsê tevî rêhevalên xwe destanên lehengiyê di nivîsînin. Lê Ş. Îlan Dara viya jî têrker nabîne, hîn jî fedayîtîya Avesta Xabur li ber çavên wî ye. Lewre di roja têkoşîna jinan de, yanî 8’ê Adara 2018’an de çalakiyek bi heman rengî pêk tîne. Wê rojê dagirker û çeteyên wan ji 3 aliyan ve êrîşî navenda Cindirêsê dikin. Komek şervanên YPG/YPJ’ê dikevin dorpêça wan. Di wê demê têkoşer Îlan Dara bi çalakiyek fedayî 22 hevalên xwe ji dorpêçê xilas dike û mohra xwe li Berxwedana Serdemê dide.

NAMEYA BERIYA ÇALAKIYÊ

Şehîd Îlan Dara beriya ku çalakiya xwe pêk bîne, nameyekê ji dayika xwe re dişîne û dibêje: “Ew (dagirker) bi xwe hatin, lê derketina wan dê bi vîn û hêza me be. Dem hatiye ku em xaka xwe ji dijmin biparêzin. Em li vir dayikên ku em 9 mehan parastine û piştî anîna dinê jî xwedî kirine, diparêzin. Bila çalakiya min ji bo Efrînê çalakiyek pîroz be, bila serê we bi min bilind be.”

BÎRANÎNA WÎ ZINDÎ YE

Bi minasebata 5’emîn salvegera şehadeta Îlan Dara de, hevala wî ya zarokatiyê û endamên malbatê hestên xwe anîn ziman.   

Fahîme Welo ku hevala Ş. Îlan Dara ya zarokatiyê ye got: “Pêşengê hemû zarokan bû, her tim qala hevaltiyê dikir, ji me hemûyan hestiwartir bû. Ji dayika xwe pir hez dikir. Jixwe çalakiya wî ji bo hevaltiyê bû û diyarî dayikan kir.”

Xaltîka Şêhîd Îlan Bedriye Elo têkildarî mijarê hestên xwe wiha anîn ziman: “Şehîd Îlan hîn ji zarokatiyê derneketibû her digot, ‘ezê tevlî Tevgera Azadiyê bibim. Piştî destpêkirina Şoreşa 19’ê Tirmehê jî tevlî refên YPG’ê bû. Em bi têkoşîna wî gelekî serbilind in. Çalakiya wî ji bo Rêbertî, gel û welat bû.”

Hevjîna mamê (apê) Ş. Îlan Dara Meryem Gedro jî, bîranînên xwe yên bi Ş. Îlan re û hestên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Ş. Îlan hîn 10 salî bû digot ‘ezê biçim ji bo axa xwe şer bikim. Dema çeteyan li gundê me komkujî pêk anî (komkujiya Til Eran-2013) hewldana wî zêdetir bû. Her dixwest tolê hilde. Pir girêdayî dayîka xwe bû, di zaroktiyê de jî hemû hevalên wî keçik bûn. Piştî tevlî YPG’ê bû, ji malbatê cara yekem ez dîtim û behsa hevaltiya Tevgera Azadiyê û berxwedana Efrînê dikir. Digot, ‘Heta em Efrînê rizgar nekin, em nikarin rehet bijîn; rizgarkirina Efrînê rizgarkirina çar parçeyên Kurdistanê ye. Heta wê demê jî ez nayên serdana we; çi dibe bila bibe em ê Efrînê rizgar bikin.’ Dema min şahdeta wî bihîst, pir hestewar bûm. Min agahî da dayîka wî, em bi wî serbilind in.”

ANHA