​​​​​​​Partiya Kesk a Demokratîk pêngava darçandinê da destpêkirin

Partiya Kesk a Demokratîk pêngava çandina daran da destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de 10 hezar dar dê li dibistan û navendên perwerdeyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyêwerin çandin.

​​​​​​​Partiya Kesk a Demokratîk pêngava darçandinê da destpêkirin
6 adar, 2023   10:50
QAMIŞLO

Hevserokê Partiya Kesk a Demoratîk Loqman Ehmê li Dibistana Şehîd Ehmed Elî ya li bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê pêngava çandina daran ragihand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Em wek Partiya Kesk a Demokratîk, îro li bajarê Qamişlo, destpêkirina pêngava çandina daran a salane ya partiya me bi dirûşma ‘Jingeha me pêşeroja nifşên me ye’ radigihînin. 10 hezar dar li dibistan û navendên perwerdeyê li bajar û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê werin çandin ku ev yek di nava kampanyayên me yên salane de yên ji bo çandina daran û xebata parastina jîngehê de ye.”

Her wiha hate diyarkirin ku dê 25 hezar belavokên hişyariyê bên belavkirin.

Piştî daxuyaniyê di hewşa Dibistana Şehîd Ehmed Elî de 75 darên sero û sînober hatin çandin. Li baxçeyê Destaya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê jî 150 dar hatin çandin.

(dg)

ANHA