Êrişên artêşa Tirk ên bi çekên qedexekirî didomin

Artêşa Tirk a dagirker duh jî bi çekên qedexekirî êrişî çeperên berxwedanê yên gerîla kir.

Êrişên artêşa Tirk ên bi çekên qedexekirî didomin
6 adar, 2023   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyek weşand û ev agahî dan:

"Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî hêzên me dewam dikin. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî;

5'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

5'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û derdora Çemê Lolanê yê li Xakurkê 12 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."