​​​​​​​Rayedarekî Tirk: Texmîn nakim Erdogan û Esed beriya hilbijartinan bicivin

Rayedarekî dewleta Tirk a dagirker got erdheja 6`ê Sibatê plansaziya Erdogan a hevdîtina bi Esed re guherandiye û bawer nake beriya hilbijartinên li Tirkiyeyê bicivin.

​​​​​​​Rayedarekî Tirk: Texmîn nakim Erdogan û Esed beriya hilbijartinan bicivin
6 adar, 2023   10:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Ewlehiyê û Siyasetên Derve ya Serokkomariyê ya Tirkiyeyê Çagri Erhan ji ajanseke Rûsyayê re der barê hevdîtina Erdogan-Esed de got: “Ev mimkun e, lê bi qasî pê dizanim tu dem an cihekî diyar ji bo civîneke wiha tune ye. Serok Erdogan ne li dijî vê ye, lê erdheja wêranker her tişt guherand. Plansaziya wî bi temamî guherî.”

Erhan got: “Kêmtirî 74 rojan ji bo hilbijartinan maye. Ji ber wê, texmîn nakim ku derfeta çûyînê tenê ji bo girtina wêneyekî bi Esed re hebe. Dibe ku piştî hilbijartin ev pêk were.”

Di Kanûna 2022`yan de li paytexta Rûsyayê Moskovê di navbera wezîrên parastinê yên Sûriye, Rûsya û Tirkiyeyê de civîn pêk hatibû. Ji destpêka aloziya Sûriyeyê (2011) de ev hevdîtina yekemîn a fermî ya Sûriye û Tirkiyeyê ya di asta wezîran de bû.

Erdogan di 15`ê Kanûnê de ji serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re pêşniyar kiribû ku tevî Esed hevdîtina sêalî bê lidarxistin.

(cx)