​​​​​​​Şêniyên Minbicê: Armanca qutkirina ava Firatê qirkirina gelan e

Şêniyên Minbicê diyar kir ku berdewama qutkirina ava çemê Firatê wê karesatekê bi xwe re bîne û got: "Dewleta Tirk a dagirker bi qutkirina ava Firatê dixwaze gelan qir bike."

​​​​​​​Şêniyên Minbicê: Armanca qutkirina ava Firatê qirkirina gelan e
6 adar, 2023   04:46
MINBIC- ŞIRÎN SERXAN

Dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiya navneteweyî de şerê avê û ambargoyekê li ser bi milyonan şêniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne.

Welatiyê bi navê Zilîxa Îbrahîm a ji Minbicê got: "Dewleta Tirk a dagirker dizane ku av jiyan e, lê bi qutkirina ava çemê Firatê li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyasetên qirêj pêk bîne."

Zilîxa Îbrahîm destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker siyasetên plankirî li dijî herêmê pêk tîne, gefan dixwe, bi domdarî êriş dike û xak Sûriyeyê qut dike. Zilîxa Îbrahîm got: "Siyaseta herî xeternak qutkirina ava çemê Firatê ye. Ji ber ku bi qutkirina ava çem kehrebe qut dibe, her wiha pêwîstiya çandiniyê bi avê heye."

Zilîxa Îbrahîm anî ziman ku dewleta Tirk dixwaze şêniyên herêmê koçber bike, tevlihevî û bê istiqrarê biafirîne û gelên azadîxwaz qir bike.

Zilîxa Îbrahîm bi domdarî got: "Siyasetên dewleta Tirk a dagirker ji herî kesî re eşkere ne. Gelê me ji hemû hewldan, komplo û planên dewleta Tirk a faşîst hayedar in. Îradeya me naşkê. Em ê li hember tevahî polîtîkayên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên plankirin bisekinin."

Zilîxa Îbrahîm bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku erkên xwe bi cih bînin û dawî li binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bînin.

ʹQUTKIRINA AVÊ DÊ KARESATEKE MEZIN BI XWE RE BÎNEʹ

Welatiyê bi navê Îsa El Elî yê ji gundê Sendeliyê yê Minbicê anî ziman ku berdewama qutkirina ava çemê Firatê dê karesateke mezin ji bo herêmê bi xwe re bîne.

Îsa El Elî got: "Pirsgirêka herî xeternak ew e ku parçeyên bendavê ji ber kêmbûna avê qelişîne. Rêveberiya bendavan ev pirsgirêk çareser kir."

El Elî îşaret bi vê yekê kir ku ji ber kêmbûna asta ava çemê Firatê ew bi zehmetî ava vexwarinê bi dest dixin û wiha domand: "Berê kurahiya ava bîran di navbera 85 metreyan heta 100 metreyan bû, lê niha bûye 120 metre. Niha em di demsala buharê de ne. Gelo wê havîn çawa be!. Dema asta ava bîran di havînê de kêm dibe pêwîstî pê zêdetir dibe. Qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve karesateke rasteqîn ji bo gelemperiya Sûriyeyê çêdike."

 

El Elî destnîşan kir ku ji ber qutkirina ava çemê ziyaneke mezin gihişt qada çandiniyê ya herêmê û got: "Bi taybet ziyan gihişt genim ku hilbirîneke stratejîk li herêmê ye. Baran sekinî ye û pileyê germê bilind bûye, ji ber vê yekê pêwîstiya genim bi avdaneke baş heye. Ji ber kêmbûna asta avê, me dirêjahiya xertûmên ku dighêjin çiraxa çemê Firatê zêde kir.  Ev yek miqdareke mezin a pereyan xwest."

Îsa El Elî bang li tevahî rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bikin bila şerê avê yê dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne.

(bb)

ANHA