​​​​​​​ʹSala 2023ʹyan wê bibe sala azadiya jinan û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalanʹ

Jinan di çalakiyên bi boneya 8ʹê Adarê de gotin, sala 2023ʹyan wê bibe sala rizgarkirina jinan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

5 adar, 2023   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bi boneya 8ʹê Adarê Roja Jinana  Cîhanê bi dirûşma "Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi şoreşa jinê ve" dewam dikin.

HESEKÊ

Kongra Star semînerek li ser danasîna Roja Jinan a Cîhanê li hola Reşo ya taxa Mişêrfê ya bajarê Heseksê da. Semîner ji aliyê Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah ve hat dayîn. Semer Ebdullah anî ziman ku li tevahî cîhanê jin ji ber zihniyeta baviksalarî ya serdest azaran dikişînin û got tevî vê yekê jî jin bi hêz û îsrareke xurt ji bo bidestxistina azadiya xwe tê dikoşin.

Semer Ebdullah diyar kir ku îro jin di hemû qadên jiyan de kar dikin û bi xurtî erka ku dikeve ser milên xwe bi cih tînin.

Semîner bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî " bi dawî bû.

HOL

Meclisa Navçeya Holê ya Kantona Hesekê bi heman mijarê semînerek li hola PYDʹê ya li navçeyê da.

Hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Stêra Murad semîner bi rêve bir.

Stêra Murad qala dîroka 8ʹê Adarê kir û got: "Di 8ʹê Adara 1857ʹan de derdora 40 hezar jinên kedkar li New Yorkê li hemberî kêmbûna heqdestiya kar û dirêjbûna saetên kar dest bi xwepêşandan kir. Di Adara 1937ʹan de jinan li Spanyayê bi xwepêşandanên girseyî li dijî rejîma faşîst a Franco derketin. Di Adara 1943ʹan de jinên Îtalyayê li dijî desthilatdariya Mussolînî rabûn. Jinên Ewropa yên ku nexwestin zarokên wan di Şerê Cîhanê yê Duyem ê di sala 1940ʹan de bibin leşker derketin. Jinên Amerîkayê di sala 1960ʹî de bi xwepêşandanekê  nexwestin zarokên wan bişînin şerê Viyetnamê.ʹʹ

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temir a kantona Hesekê semînerek li hola Xeyme bi beşdarbûna bi dehan şêniyan hate dayîn.

Endama Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xelat Şêxmûs axivî û got, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê şopdarên xeta şehîdan bin.

Semîner bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

TEBQA

Bi heman wesîleyê, Tevgera Hîlala Zêrîn a Tebqayê pêşangeheke kardestiyên jinan li parka giştî ya bajarê vekir. Di pêşangehê de zêdetirî hezar  wêne û kardestiyên jinan û xwarin ên ku ji aliyên jinan ve hatin çêkirin, hatin pêşandan.

Her wiha alavên kevn wekî destar, çezweya qehweyê, sêl, def pêşandan.

Koma Hêlîn Cûdî ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a Reqayê stran pêşkêş kirin.

Pêşangeh wê sibe li Minbicê were vekirin.

REQA

Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê bi koordîneya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbyayê semînerek li ser danasîna 8ʹê Adarê da. Semîner bi amadebûna endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Kombûna Jinan a Zenûbiya û endamên jin ên Rêxistinên Civaka Sivîl li Hola Yekitiya Endazyaran a bajarê Reqayê hat dayîn.

Endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Nesrîn El Hesen bal kişand ser xwepêşandanên jinên kedkar ên li kargeha teksîlê ya New Yorkê ya sala 1857ʹan ên li hemberî kêmbûna heqdestiya kar û dirêjbûna saetên dewamê.

Nesrîn El Hesen destnîşan kir ku îdeolojiya rizgariya jinan a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye hêza da jinan da ku azadiya xwe bi dest bixe û got: "Sala 2023ʹyan wê bibe sala rizgarî û têkoşîna rizgariya jinan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, her wiha wê bibe sala bidawîbûna şer, qirkirina jinan, fihûş, bêkarî, xizanî û ambargoya li ser herêmê."

Di semînerê de sinevîzyonek li ser serketinên jinan û berxwedana wan hat pêşandan.

Di dawiyê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

EYN ÎSA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-PYtRQncbi4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li Eyn Îsayî jî jinan şitlên daran li kolan peyarên navçeyê danîn. Jinên ciwan ên ji kantona Girê Spî jî pêşangeheke wêneyên şehîdên jin û sembolên jina azad li parka Jinê ya navçeyê vekir.

(bb)

ANHA