​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî qutkirina daran dewam dike

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî 141 dar birîn.

​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî qutkirina daran dewam dike
5 adar, 2023   14:19
ŞEHBA

Li Efrîna dagirkirî sûcên dermirovî, guhertina demografî û qirkirina xwezayê bênavber dewam dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan xwecih dane , çeteyên Feyleq El Şam 79 darên zeytûnan ên welatiyên bi navên Ehmed Nebo Gule Xeyrî û Xelîl Nebo Gule Xeyrî  yên ji gundê Kefer Nebo yê navçeya Şêrawayê birîn.

Li navçeya Racoyê jî çeteyên Sutlan Murad 9 darên bihîvan ên welatiyê bi navê Reşîd Şêxo yê ji xelkê gundê Qasim birîn.

Li Şerayê jî çeteyên heman komê 50 darên zeytûnan û 3 darên bihîvan ên welatiyê bi navê Ehmed Oso yê ji gundê Qurtqolaqê  birîn.

(bb)

ANHA