Projeyeke vejandina neqşên rengîn: Derzî û Ta

Sozdar Kenan li kêleka xwedîkirina zarokên xwe, li mala xwe ya kirêkirî dest bi projeyeke bi navê ‘Derzî û Ta’ kiriye. Sozdar çanda berê ya diyariyên qumaşên bi neqşên rengereng vedijîne.

Projeyeke vejandina neqşên rengîn: Derzî û Ta
Projeyeke vejandina neqşên rengîn: Derzî û Ta
Projeyeke vejandina neqşên rengîn: Derzî û Ta
Projeyeke vejandina neqşên rengîn: Derzî û Ta
3 adar, 2023   04:27
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Di demên berê de jinan diyarî ji cîran û xizmên xwe re hazir dikirin û ew diyarî bi demê re bûn neqişandina tayên rengereng li ser cawan.

Li piraniya malên Kurdan pêçekên zarokan bi gulan dihatin neqişandin. Her wiha di nava cihêzên bûkan de jî taximên nivînan hebûn.

Ew qumaşên ku neqş li ser dihatin danîn, pêwîstî bi bêhnfirehiyeke mezin hebû. Jinan di nava wan tayan de xweşikahiya jiyanê nîşan dida.

Niha kêm caran ev adet tê dîtin, lê hê jî hin jin parçeyên biçûk çêdikin. Gelek jinên ciwan û bitemen jî ji bo neqişandina li ser cawan dest bi projeyan kiriye.

Yek ji wan jinan jî Sozdar Kenan (30) a ji Qamişloyê ye. Niha Sozdar li taxa Erbewiyê tevî 3 zarok û hevjînê xwe dijî. Ew mamosteya matematîkê bû, lê ji ber xwedîkirina zarokên xwe ji neçarî dev ji dayîna dersan berda.

Sozdar Kenan dema mamostetî dikir jî ji çêkirina tablo û neqişandina bi ta û derziyan hez dikir. Mamosteya wê piştgirî dayê û vê yekê hişt ku berhemên wê li pêşangehên dibistanan bên pêşandan.

Sozdar li zanîngehê dikeve beşa zimanê fransî jî, lê hin caran bi xwendina xwe re bêhna xwe bi neqişandinê derdixist û nehişt zanîngeh rê li ber behreya wê bigire, berovajî wê xwe di hunera neqişandinê de bi pêş xist.

Sozdar Kenan projeyeke çêkirina karê destan bi navê “Derzî û Ta” li malê vekir, li ser malperên medya dîjîtal jî hesabên xwe çêkirin û berhemên xwe parve kirin. Sozdar berhmên jinan ku berê ji bo rûyê nivînan, pêçekên zarokan û xemilandina odeyan dihatin çêkirin, li ser tabloyên biçûk ê qumaşan dineqişîne û li ode û gelek cihan tên daliqandin.

Sozdar Kenan tenê carekê tev li pêşangeheke çand û hunerê bûye, ew jî ya koma “Ehlam Sexîra” (Xewnên Biçûk) bû.

Sozdarê ji ajansa me re diyar kir ku ew neqşên îtamîn û ‘Felah Filistînî’ çêdike. Der barê pereyên ku ji karê xwe derdixe jî Sozdarê got zêde debara malê pê nayê kirin, lê behreya wê ye, ji ber wê bi rehetî kar dike.

Li ser karê xwe Sozdarê got: “Ez rihê xwe derbasî her parçeyekî karê xwe dikim.”

ANHA