​​​​​​​Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn li Reqayê hat vekirin

Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan bi merasîmekê navenda xwe li bajarê Reqayê vekir.

​​​​​​​Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn li Reqayê hat vekirin
​​​​​​​Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn li Reqayê hat vekirin
​​​​​​​Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn li Reqayê hat vekirin
​​​​​​​Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn li Reqayê hat vekirin
​​​​​​​Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn li Reqayê hat vekirin
​​​​​​​Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn li Reqayê hat vekirin
​​​​​​​Navenda Tevgera Hîlala Zêrîn li Reqayê hat vekirin
2 adar, 2023   14:23
REQA

Bi boneya nêzîkbûna 8ʹê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, bi merasîmekê navenda xwe li bajarê Reqayê vekir.

Navend bi amadebûna endamên jin ên Meclisa Idlib El Xedra, Kombûna Jinan a Zenûbiya û endamên jin ên saziyên sivîl, li Kolana 23ʹê Sibatê  hat vekirin.

Endama Navenda Hîlala Zêrîn a Reqayê Betûl Ehmed bixêrhatina beşdaran kir û got:”Diviya bû me meha borî navenda xwe vekiriba, lê ji ber şert û mercên xwezayî ku wlat tê re derbas bûye, hat dereng xistin.”

Rêvebera Navenda Hîlala Zêrîn a Reqayê Îman El Ebûd got, ev roja taybet berhema xebat û kedeke mezin a her kesî  ye ku di bin dirûşma “Bi çanda jinê civak bi pêşdikeve de hate dayîn.

Îman El Ebûd destnîşan kir ku jin bi çand û afrîneriyên xwe xweşikbûnê didin  jiyan û civakê.

Îman El Ebûd di dawiya axaftina xwe de got:”Tevgera Hîlala Zêrîn di hemû çalakî û xwepêşandanan de girîngî dide dîroka jinê, parastinê wê  û derxistina heqîqta wê. Divê em li dijî qirikirin û pişaftina çanda gelan têkoşîn bikin.”

Bi navê Kombûna Jinan a Zenûbyayê, Endama Desteya Rêveber a kombûnê Nesrîn El Hesen vekirina navendê pîroz kir û got:”Em têkoşîna jinan û rola wan a pêşxistina civakê ya li ser bingehê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan silav dikin."

Di dawiya merasîmê de komên Hîlala Zêrîn stran pêşkêş kirin.

 (zh)

ANHA