​​​​​​​Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 8ʹê Adar Roja Jinan a Cîhanê  semîner hatin dayîn û bajar hatin xemilandin.

​​​​​​​Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
​​​​​​​Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
​​​​​​​Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
​​​​​​​Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
​​​​​​​Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
​​​​​​​Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
​​​​​​​Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
​​​​​​​Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
​​​​​​​Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
​​​​​​​Li 3 bajaran çalakiyên 8ʹê Adarê
2 adar, 2023   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên bi boneya 8ʹê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin organîzekirin, dewam dikin. Di vê çarçoveyê de semîner hatin dayîn û bajar hatin xemilandin.

HELEB

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GiyyyF30Sww" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Kongra Star a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi beşdarbûna endamên komîn û meclisên herdu taxan semînerek da.

Semîner li navenda Meclisa Şehîd Cengîz a taxa Eşrefiyê hat dayîn. Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Şîlan Xelîl semîner bi rêve bir, behsa fedekariyên jinan ên di dirêjahiya dîrokê de û got, 8ʹê Adarê şahidê têkoşîn û berxwedana jinan a li hemberî zihniyeta baviksalarî ye.

Şîlan Xelîl nameya Rêber Abdullah Ocalan a bi boneya 8ʹê Adarê xwend.

Semîner bi dirûşma "Şehîd namirin" û "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.

Heman semîner li beşên rojhilat û rojavayê taxa Şêxmeqûsdê hat dayîn.

TEBQA

Di çarçoveya Pêngava "Bi jin, jiyan, azadî re ber bi şoreaş jinan ve" de, Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê pankarên dirûşmên pêngavê daliqandin.

Pankartên li deriyê ketin û derketina bajar, Çerxerêya Şehîd Hebûn Ereb, benda kontrolê ya Şehîd Îbrahîm, Çerxerêya Elem û rêya Helebê û li dîwaran hatin daliqandin.

DÊRAZOR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oYrJUMfpsNI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Bi heman armancê, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya gundewarê rojhilat ê Dêrazorê bi hevkariya Meclisa Gel a Hecînê semînerek  da.

Semîner bi amadebûna bi dehanên endamên Kombûna Jinan a Zanûbiya, endamên jin ên saziyên sivîl û leşkerî li Dibistana Keçan a Hecînê hat dayîn.

Hevseroka Meclisa Gel a Hecînê Ayîde Colan di destpêkê de bi xêrhatina beşdaran kir û sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê re xwest.

Piştre endama Koordînasyona Jinan Komîteya Perwerdeyê ya Hecînê Meysa El Ugula behsa sedema hilbijartina 8ʹê Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanê kir.

Meysa El Ugla têkoşîna jinan a ji bo azadiyê silav kir û got: "Divê ev roj bibe roja ku em hêviyên xwe yên jiyanê de pêş bixin."

Endama Komîteya Jinan a Meclisa Gel a Hecînê Xîtam Hido got, "B xurtkirina têkoşînê di hemû qadan de wê 8ʹê Adara 2023ʹyan bibe roja pêkanîna azadiyê jinan û azadiya Rêber Abdullah Ocalan."

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser dîroka 8ʹê Adarê û têkoşînê jinan hat pêşandan.

(bb)

ANHA