′Em di erdhejê de bûn yek, divê ji bo çareseriyê jî bibin yek′

Rûspiyên êlên ereb ên Minbicê diyar kir alîkariya ku êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji mexdûrên erdhejê re şandine, ne ya yekemîn e û got: "Ev mîrasa bi salan e. Dewletên mêtinger nikarin xelkê Sûriyeyê ji hev cuda bikin û em ê di çareserkirina krîza Sûriyeyê de bibin yek."

′Em di erdhejê de bûn yek, divê ji bo çareseriyê jî bibin yek′
2 adar, 2023   04:20
MINBIC

Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê alîkariyên ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rêveberiya Xweser ji herêmên wêranbûyî re şandine, di siyasetê de bi kar anîn.

′MÎNA EM Dİ ERDHEJÊ DE BÛNE YEK, EM Ê Dİ ÇARESERİYA KRÎZA SÛRİYEYÊ DE JÎ BİBİN YEK′

/kr/uploads/files/2023/03/01/203703_-1.webp

Rûspiyê êla Benî El Esîd a Minbicê Mihemed Sadiq El Esîdî got: “Erdeheja wêranker a li Tirkiye û Sûriyeyê çêbûye rastiya komploya li dijî gelê Sûriyeyê eşkere kir.”

El Esîdî wiha domand: “Em rûspiyên êlên herêmê, oldar û kesayetên êlên ereb, me hemleya Fezaya êlan li dar xist. Me alîkarî herêmên wêranbûyî re şandin. Me destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û dewletên mêtinger nikarin me ji hev cuda bikin. Em ê hevgirtî bin. Çawa di erdhejê de bûn yek dê ji bo çareserkirina aloziyê welêt jî bibin yek.”

El Esîdî di dawiyê de got: "Di felaketan de hevgirtin, ev taybetmendiya gelê Sûriyê ye. Çiqas siyaset me ji hev cuda bike, lê welat me dike yek. Hevgirtina di navbera pêkhateyan de vedigere bi hezaran salan. Malên me ji hemûyan re vekirî ne.”

′FEZAYA ÊLAN VEDIGERE HEZARAN SALAN′

/kr/uploads/files/2023/03/01/203642_-1.webp

Girêdayî mijarê rûspiyê êla Benî Seîd El Şêx Fehid El Şilaş wiha axivî: “Di karesata bi serê welatê me hatiye de, bi hezaran welatî bûn qurbanî. Em rûspiyên êlên ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Minbicê heta Dêrazorê me alîkarî kom kir û şandin herêmên wêranbûyî yên bakur rojavayê Sûriyeyê û mexdûrên erdhejê.”

El Şilaş got: “Em yek gel in. Tu cudahî di navbera me de tune ye. Ev girêdan û hevgirtina di navbera gelê Sûriyeyê de nîşan dide. Divê cîhan bi giştî bizane ku em yek gel in û di yek welatî de ne. Ev helwesta me jî, ne nû ye lê belê mîrasa bi hezaran salan e. Heke di van şertên dijwar de em xwedî li hev dernekevin gelo wê kengî be ? Em amade ne piştgiriya gelê xwe bikin. »

Her wiha El Şilaş anî ziman ku alîkariyên ji aliyê êlan ve hatine pêşkêşkirin, bi lez gihaştin herêmên wêranbûyî ruxmî ku dewleta Tirk a dagirker gelek astengî li pêşiyê derxist û ev li gotinên xwe zêde kir: “Hemleya alîkariyan li ser bingeha yekbûna xwîna sûriyan e.”

El Şilaş di dawiyê de bang li gelê Sûriyeyê kir ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê diyalogê bike û hevgirtî be.

(şx)

ANHA