​​​​​​​Li Dêrikê 3 hezar û 800 dar hatin çandin

Komîteya Aboriya Jinan a Qamişloyê di çarçoveya projeya "Jiyan" de li Dêrikê 3 hezar û 800 darên berhemdar çandin.

​​​​​​​Li Dêrikê 3 hezar û 800 dar hatin çandin
​​​​​​​Li Dêrikê 3 hezar û 800 dar hatin çandin
​​​​​​​Li Dêrikê 3 hezar û 800 dar hatin çandin
​​​​​​​Li Dêrikê 3 hezar û 800 dar hatin çandin
​​​​​​​Li Dêrikê 3 hezar û 800 dar hatin çandin
1 adar, 2023   14:26
QAMIŞLO

Di çarçoveya projeya "Jiyan" de ku Platforma Jina Ekolojîk a Rojava dest pê kiriye ku parastina jîngehê bike, dar li herêma Dêrikê hatin çandin. Diruşam projeyê ew e "Li hember çekên kîmyewî ku hewl didin welatê bikin çolistan û cihê erdhejê, em ê daristanan bigihînin."

Bi dehan endamên Komîteya Aboriya Jinan a Qamişloyê 3 hezar û 800 darên berhemdar; tirî, hejîr, manga û zeytûn Ii gundê Melamerzê yê li rojhilatê Dêrikê çandin.

Endama rêveber a Komîteya Aboriya Jinan Meyasa Farûq di dema çandina daran de hatina 8′ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û got ew bi çandina van daran hewl didin rûbera keskahiyê li herêmê zêde bikin.

Di çarçoveya projeya "Jiyan" de rûbera çandina daran 120 donim e. Tê payîn çandina daran heta 4′ê Nîsanê roja Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan dewam bike.

(zh)

ANHA