​​​​​​​Yekemîn çalakiyên 8′ê Adarê dest pê kirin

Bi diruşma "Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve " yekemîn çalakiyên 8′ê Adarê ′Roja Jinan a Cîhanê′ dest pê kir. Di çalakiyan de têketin û derketinên Reqa, naverasta Minbicê hatin xemilandin û semînerên danasîna vê rojê hatin dayîn.

​​​​​​​Yekemîn çalakiyên 8′ê Adarê dest pê kirin
​​​​​​​Yekemîn çalakiyên 8′ê Adarê dest pê kirin
​​​​​​​Yekemîn çalakiyên 8′ê Adarê dest pê kirin
​​​​​​​Yekemîn çalakiyên 8′ê Adarê dest pê kirin
​​​​​​​Yekemîn çalakiyên 8′ê Adarê dest pê kirin
​​​​​​​Yekemîn çalakiyên 8′ê Adarê dest pê kirin
​​​​​​​Yekemîn çalakiyên 8′ê Adarê dest pê kirin
​​​​​​​Yekemîn çalakiyên 8′ê Adarê dest pê kirin
​​​​​​​Yekemîn çalakiyên 8′ê Adarê dest pê kirin
​​​​​​​Yekemîn çalakiyên 8′ê Adarê dest pê kirin
1 adar, 2023   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi boneya 8′ê Adarê de li Hesekê, Reqa, Minbic û Dêrazorê gelek çalakiyên curbecur hatin lidarxistin.

HESEKÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YMQ4NifGYA8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li Hesekê, Kongra Star li navçeya Holê ya Hesekê li hola Partiya Yekitiya Demokratîk(PYD) semînerek da û tê de şênî û endamên saziyên sivîl amade bûn.

Endama Kongra Star a Holê Hîbe Ehmed Hesen behsa roja 8′ê Adarê ku bibe Roja Jinan a Cîhanê kir û got: "Di vê rojê de di 1857′an de nêzî 40 hezar karkarên jin ên kargeha takstîlê ya li New Yorkê yê Amerîka protest kir. Ew protesto li ser kêmbûna destheqên wan û saetên dirêj ên xebatê bûn."

Hîbe ew girev û prostesto di wê demê de gireva herî mezin li welat bû û wiha domand: "Hîna ev yek temam nebûbû, polîsan bi desteka rêveberiya kargehê bi awayekî hovane êrişî karkeran kir, dûre agireke mezin bi kargehê ket. Karkeran, ji ber danna bendên li pêş kargehê nikarî xwe ji şewatê rizgar bikira. Di encamê de 129 jinan jiyana xwe ji dest da."

Hîbe diyar kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diruşma "Jin, jiyan, azadî" weke diruşma bingehîn ji xwe re girtin û dê sala 2023′yan bibe sala têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û azadiya jinê.

REQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GZ014IHXCu0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Di vê çarçoveyê, de Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê hemleya daliqandina pankartan li têketina bajêr bi boneya nêzbûna Roja Jinan a Cîhanê da destpêkirin. Tê de endamên Meclisa Jinan a Sûriyeê, Meclisa Idlib a Kesek û gelek nivîsgehên jinan ên saziyên sivîl û leşkerî beşdar bûn.

Li ser pankartan bi zimanên Erebî, Kurdî, Ingilîzî û Suryanî diruşma "Jin, Jiyan, Azadî" hatine nivîsandin.

Li têketina Firosiyê ya rojavayê Reqayê, kargeha şekir a li têketina bakurê bajêr, li ser pira li başûr û têketina rojhilatê bajêr a li taxa Meşleb pankart hatin daliqandin.

DÊRAZOR

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/v7z6lPE2Z7s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Li Dêrazorê jî, Komîteya Jinan a Meclisa Sivîl semînerek li ser 8′ê Adarê da, tê de nûnerên ji meclisên sivîl, herêmî û leşkerî amade bûn.

Semîner li hola Meclisa Sivîl a li Herêma Sebe Kîlo ya Dêrazorê hate dayîn. Di semînerê de Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Dêrazorê Şehnaz El Hefel axivî û behsa girîngiya vê roja dîrokî ji bo tevahî jinên cîhanê kir.

Şehnaz got bi saya Rêber Abdullah Ocalan jinan ev destkeftî bi dest xistin û wiha domand: "Rêber Ocalan dixwaze jin bi hêz be û wek rojê be, xwedî hêz û vîna mezin be."

Şehnaz di dawiyê de got divê jin ji bo pêkanîna mafên xwe têkoşînê bilind bikin.

Semîner bi pêşandana sînevîzyonekê li ser 8′ê Adarê û têkoşîna jinan bi dawî bû.

MINBIC

Li Minbicê jî, Nivîsgeha Jinan a Zenûbiya ya Minbicê hemleya paqijkirin û xemilandina çerxerêyên li bajêr da destpêkirin. Di hemleyê de endamên saziyên sivîl, Meclisa Leşkerî ya Jinan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Şaredariya Gel a Minbicê beşdar bûn.

Hemleyê ji Çerxerêya Karkerê Paqijiyê ya li naverasta bajêr bi peyatî heta Çerxerêya Sebe Behrat, Çerxerêya Pirtûkan (Kutub) a li aliyê rojavayê bajêr, Çerxerêya Şehîdan li aliyê başûrê û Çerxerêya Jina Azad a li rojhilatê bajêr dest pê kir.

Hemle bi diruşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(fr)

ANHA