​​​​​​​Di konferansa li Afrîkaya Başûr de nîqaşkirina têkoşîna jinan

Kesayetên beşdarî konferansa ′Azadî ji Rêber Ocalan re... aştî û îstîqrar li cîhanê′ ya li Afrîkaya Başûr bûne, bal kişand ser girîngiya têkoşîna li hember hemû cureyên tundiya li dijî jinan.

​​​​​​​Di konferansa li Afrîkaya Başûr de nîqaşkirina têkoşîna jinan
1 adar, 2023   13:01
 NAVENDA NÛÇEYAN

Kesayet û nûnerên partiyên siyasî, sendîkayên karkeran, parlamenter, kesayetên şoreşger ku li kêleka Nelson Mandela ‎beşdarî têkoşînê bûne, her wiha parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, şandeyeke Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star beşdarî konferansê bûne.

Di beşa yekemîn a konferansê de têkildarî hewldanên jinan ji bo bidestxistina azadiyê, bandora pirsgirêkên jinan li ser siyaset û civakê, sekinandina li hember sîstema baviksalar bi rêya şoreşê, şoreşa jinan di siyaset û demokratîkkirina civakê de, têkoşîna azadiya jinan û tecrubeyên erebî, afrîkî û tirkî, nîqaş hatin kirin. Beşa yekemîn ji aliyê Sydney Lockett ve hat birêvebirin.

Her wiha antropolojîst Roshi Chaturvedi axivî û behsa tundiya li dijî jinan û êrişên di şexsê jinan de li dijî civakan tên kirin, kir û diyar kir ku divê bi rêya yekitiya jinan li hember hemû rengên tundiya li ser jinan di civakan de bê sekinandin.

Piştre berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û bal kişand ser rola Rêber Ocalan di rizgarkirin û pêşxistina jinan de û hêvî kir ku konfernas ji bo azadiya Rêber Ocalan kar bike. Rîhan qala zanista Jineolojiyê jî kir, ku Rêber Ocalan pêşniyar kiribû.

Rîhan her wiha behsa rewşa Sûriyeyê beriya şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û siyasetên rejîma Baasê yên dijî jinan kir û got: “Her jinek ji bo maf û gelê xwe tê dikoşiya, dihat binçavkirin.”

Rîhan destnîşan kir ku yekemîn rêxistina jinan li Sûriyeyê ku ji bo mafên jinan kar dike, di 2005`an de bi navê Yekitiya Star hat avakirin. Rîhanê anî ziman ku Kongra Star ji bo pêşxistina civakê, avakirina malbatên demokratîk û pêkanîna hevjiyana azad di navbera jin û mêran de, perwerde û akademiyan esas digire.

Rîhan her wiha sîstema hevserokatiyê da nasîn û qada qanûnên jinan û rola jinan di şoreşê de bi taybetî rola şervanên jin (YPJ) di şerê li dijî DAIŞ`ê de û xebatê endamên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Trafîk, Hêzên Parastina Civakî, kir.

Hiqûqnas Sîham Semaî jî bal kişand ser rewşa jinan li Afrîka, Tirkiye û welatên Ereban û diyar kir ku jin li wan deveran jiyanek zehmet dijîn.

Di dawiya beşa yekemîn de mamosteya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Western Cape, Prof. Karen Genian, ya ku di warê mafên mirovan, pirrengiya civakî de gelek lêkolîn kirine û alîkarî daye gelek rêxistinên ne hikumî yên têkildarî mafên mirovan û edaletê, axivî.

Prof. Karen destnîşan kir ku jin li dewletên Ereban, Tirkiye û Afrîkayê rastî zilm, zordestî, tundî û bêmafiyê tên.

Karen got dema wê berhemên nivîskî yê Rêber Ocalan ên têkildarî jinan xwendine, bandoreke mezin lê bûye û bal kişand ser rola firk û felsefeya Rêber Ocalan di rizgarkirina jinan de. Her wiha anî ziman ku eger jin azad nebe, civak azad nabin û gotina Rêber Ocalan a “Rizgarkirina jinan bingehê rizgarkirina civakê ye” bi bîr xist.

Piştî axaftinan nîqaşên beşdaran ên têkildarî gavên pêwîst ji bo rizgarkirina jinan û sûdgirtina ji tecrubeya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li gorî fikrê Rêber Ocalan, dewam kirin.

(cx)

ANHA