Kongra Star ji bo mêran dewreyeke perwerdeyê vekir

Bi nêzîkbûna 8`ê Adarê re, Kongra Star ji bo danasîna jineolojiyê, têgeha hevjiyana azad û perwerdekirina mêran, dewreyeke perwerdeyê vekir.

Kongra Star ji bo mêran dewreyeke perwerdeyê vekir
Kongra Star ji bo mêran dewreyeke perwerdeyê vekir
Kongra Star ji bo mêran dewreyeke perwerdeyê vekir
Kongra Star ji bo mêran dewreyeke perwerdeyê vekir
Kongra Star ji bo mêran dewreyeke perwerdeyê vekir
1 adar, 2023   12:10
HESEKÊ

Perwerde li Akademiya Perwîn Derwêş a Hesekê hat vekirin. 35 mêrên endamên sazî û navendên sivîl ên bajêr beşdar bûn.

Dê perwerde 11 rojan ji saet 09:00`ê sibetê heta 03:00`an piştî nîvro dewam bike. Dê waneyên têkildarî perwerdeyê, civaka xwezayî, zayend, zanista jineolojiyê û hevjiyana azad bên dayîn.

Yekemîn dewreya perwerdeyê ya jin û mêran bi navê “Dewreya Şehîd Perwîn Derwêş” di 25`ê Cotmeha 2022`yan de hatibû vekirin.

Şehîd Perwîn, ji bajarê Hesekê şehîda yekemîn a tevgera rizgariyê ya Kurdistanê ye û di sala 1997`an de li Garê şehîd bûbû.

Akademiya Perwîn Derwêş a Hesekê, ji bo perwerdekirina jin û mêran akademiya yekemîn e.

(cx)

ANHA