Bendava Tişrînê heta hefteyekê ji xizmetê derdikeve

Rêveberiya Giştî ya Bendavan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku ji ber berdewamkirina girtina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve, bendava Tişrînê ji 1`ê Adarê heta hefteyekê ji xizmetê derdikeve.

Bendava Tişrînê heta hefteyekê ji xizmetê derdikeve
1 adar, 2023   10:31
 KOBANÊ

Rêveberiya Bendavan têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand, tê de hat gotin: “Ji ber kêmbûna ava Firatê -ku jêdera wê Tirkiye ye- ji beriya salekê de û bandora wê li ser golên li ser çemê Firatê (Bendavên Tişrîn û Firatê), her wiha ji bo ku mewsima çandiniyê ya 2023`an ku ji golên ava Firatê dihatin avdan telef nebe, birayara rawestandina bendava Tişrînê heta dayîn.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rêveberiya Bendavan destpêkê girîngiyê dide peydakirina ava vexwarinê û ava ji bo avdana erdên çandiniyê yên xelkê herêmê.

Hat gotin ku eger sewiyeya avê di vê astê de bimîne, dê li gorî plana Rêveberiya Bendavan û saziyên têkildar bendava Tişrînê dem dem bê rawestandin.

Li gorî Rêveberiya Bendavan, rawestandina bendava Tişrînê di vê hefteyê de wê bandorê li avdana erdan û peydakirina ava vexwarinê neke.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser biryara rawestandina bendava Tişrînê ji 1`ê Adarê de heta hefteyekê, erê kir.

Dewleta Tirk a dagirker di her saniyekê de kêmtirî 200 metrekav ava çemê Firatê berdide axa Sûriyeyê. Ev yek li dijî hevpeymana Şam-Enqere ya sala 1987`an e, ku li gorî hevpeymanê divê di her saniyê de herî kêm 500 metrekav av ji bo Sûriyeyê bê berdan.

Li gel berdewamkirina girtina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, di mehên dawîn de depoyên golên li pişt bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vala bibûn.

(cx)

ANHA