Artêşa Tirk bi bombeyên kîmyewî êrişî qadên gerîla dike

HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker 17 caran bi çekên kîmyewî û 14 caran bi bombeyên fosforê êrişî qadên gerîla kiriye.

Artêşa Tirk bi bombeyên kîmyewî êrişî qadên gerîla dike
1 adar, 2023   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker ên 28’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kirin:

"Artêşa Tirk a dagirker bi bikaranîna topên ji madeyên fosforê yên qedexekirî û çekên kîmyewî sûcên şer dike. Qadên ku hêzên me lê ne 87 caran bi tank, obus û çekên giran, her wiha çeperên berxwedanê 17 caran bi çekên kîmyewî û 14 caran bi topên ji madeyên fosforê bi giştî 118 caran hatin bombekirin."

Agahiyên berfireh ên li ser êrişên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

"Li herêma Zapê;

28'ê Sibatê saet di 05:30'î de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, dagirkeran êriş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li qada Çemçoyê, hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan êrişê û dagirkerek hate cezakirin.

28'ê Sibatê saet di 05:30'î de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê dagirkeran êriş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li derdora qada Çemçoyê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan.

28'ê Sibatê saet di 22:00 de dagirkeran il nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê êriş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li derdora qada Çemçoyê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan û dagirkerek hate cezakirin.

Li herêma Metînayê;

28'ê Sibatê dagirkeran êriş birin ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî;

28'ê Sibatê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî qada Çemçoyê 17 caran bi çekên giran hatin bombekirin.

28'ê Sibatê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê 14 caran bi topên ji fosforê hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

28'ê Sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî, li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê û qada Çemçoyê 87 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."