​​​​​​​Tevî karesatê jî hikumeta Şamê benzîn biha kir

Wezareta Bazirganiyê ya Hundirîn a hikumeta Şamê piştî ku buhayê mazotê zêde kir, bi biryareke nû buhayê benzînê jî zêde kir.

​​​​​​​Tevî karesatê jî hikumeta Şamê benzîn biha kir
1 adar, 2023   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Bazirganiyê ya Hundirîn a hikumeta Şamê li ser hesabê xwe yê Facebookê biryara bihakirina benzînê belav kir ku kiriye 6 hezar û 600 lîre, bêyî ku sedema vê bihabûnê rave bike.

Berê lîtreya benzînê bi 5 hezar û 780 lîreyî bû.

Tevî karesata erdhejê jî hikumeta Şamê bi biryareke fermî bi hinceta yekkirina buhayan, lîtreya mazotê biha kir û kir 5 hezar û 400 lîre. Piştre gelek aliyên xêrxwaziyê ku di veguhastina alîkariyan de ber bi herêmên wêranbûyî ve kar dikin, bi gilî û gazinc bûn. Aliyên xêrxwaziyê diyar kir ku ev bihabûn bandorê li karê wan ê xêrxwaziyê dike.

 (şx)