​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk xeracên nû li efrîniyan ferz dikin

Çeteyên ‘Mihemed El Fatih’ ên dewleta Tirk a dagirker bacan li xwediyên traktoran û erebeyan ên gundê Maimla yê navçeya Reco ya Efrîna dagirkirî ferz dikin.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk xeracên nû li efrîniyan ferz dikin
1 adar, 2023   09:31
ŞEHBA

Çavkaniyên ji navçeya Recoyê ragihand ku çeteyên ‘Mihemed El Fatih’ bi serkêşiya serçete Dogan Silêman û Beşar El Berazî mehane 400 lîreyên Tirk wek bac li xwediyên traktor û erebeyan ên welatiyên gundê Maimla yê navçeya Reco ya kantona Efrînê ferz dikin.

Çete dem bi dem bi ser gundê Maimla de digirin ji bo ku ciwanan birevînin û fîdyeyê bi qasî hezar û hezar û 500 dolarê amerîkî jê bixwazin.

Her wiha çete zeviyên zeytûnan û baxçeyên şêniyên gund ên koçber bûne bi kirê didin kesên ji derveyî herêmê hatine da ku pezê xwe tê de biçêrînin. Bi sedan darên zeytûnê û darên berhemdar qut birîne.

(şx)

ANHA