Rojnameyên erebî cih da zêdebûna êrişên DAIŞ`ê li Sûriyeyê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê cih da zêdebûna êrişên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyeyê, aloziya Lubnanê û pirsgirêka çeteyên li Lîbyayê.

Rojnameyên erebî cih da zêdebûna êrişên DAIŞ`ê li Sûriyeyê
1 adar, 2023   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî rewşa Sûriyeyê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) duh di raporeke xwe de behsa êrişên mezin ên li çolistana Sûriyeyê kir. SOHR`ê destnîşan kir ku di êrişên çeteyên DAIŞ`ê de 80 sivîl û 27 endamên hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin. Li beramberî wê, tevgera DAIŞ`ê li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de li rojhilatê Firatê kêm bûye.

SOHR`ê bi bîr xist ku şaneyên DAIŞ`ê hewl didin her firsendekê bi kar bînin ji bo ku tevliheviyê derxin û êrişan pêk bînin. Bi rêya wan êrişan dixwaze vê peyamê bide ku ew hîna li ser lingan e. DAIŞ di Adara 2019`an de li bajarokê Baxozê yê Dêrazorê hatibû têkbirin.

Ajansa fermî ya Sûriyeyê (SANA) ragihand ku duşemê di teqîna du mayînên ji bermehiyên DAIŞ`ê de li parêzgeha Hemayê 10 sivîl hatin kuştin, 12 jî birîndar bûne. SANA`yê ragihand ku dema komeke welatî li rojhilatê Selemiyê li dombelan digerîn, mayineke bermahiyên DAIŞ`ê bi wan de teqiya. Di encamê de 9 welatî hatin kuştin û 2 din birîndar bûn. Li gorî heman ajansê, li heman herêmê mayînek teqiya, di encamê de welatiyek hat kuştin, 10 welatî jî birîndar bûn.

SOHR`ê diyar kir ku ev êriş piştî deh rojan ji qetilkirina 68 kesan ji aliyê DAIŞ`ê ve li rojhilatê parêzgeha Humsê pêk hatiye.

Li gorî SOHR`ê, ji destpêka Sibatê de di êrişên DAIŞ`ê de 112 kes hatine kuştin, ku 92 ji wan sivîl in.

‘LÎBYA BER BI DIYARKIRINA DEMA DERXISTINA ÇETAYAN VE’

Girêdayî kar û barên Lîbyayê rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Komîteya Leşkerî ya Hevbeş 5+5 amadekariyan dike ku dema dawîn ji bo derxistina çeteyan û çekdarên biyanî bi desteka navneteweyî, diyar bike.

Şandeyê fransî yê Lîbyayê Paul Soler ragihand ku têkildarî mijarê dê li Parîsê civîna Komîteya Leşkerî ya Hevbeş li dar bikeve.

Çaverêye civîn navîna Adarê li Parîsê bi beşdariya şandeyê navneteweyî Ebdullah Patillî li dar keve. Dê behsa mijara derxistina çeteyên biyanî û komên çekdar ên ji dewletên beravê û beyarê, endamên şîrketa Fangir û çekdarên sûrî, ji Lîbyayê were kirin.

Çaverêye ku derxistina çeteyan dê bi hevkariya dewletên afrîkayê, paytextên herêmî û navneteweyî pêk were. Piştre dema dawîn ji bo derxistina wan çeteyan bê diyarkirin. Ji bo çareserkirina aloziyê, gaveke girîng e.”

‘VALAHÎ DIGIHÊJE SAZIYA EWLEHIYÊ YA LUBNANÊ’

Rojnameya El Ereb têkildarî rewşa El Ereb wiha nivisî: “Hewldanên siyasî yên bi serkêşiya serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî û serokê parlamentoyê Nebîh Berî bi bin ketin ku aliyên siyasî yên parçebûyî, li ser mekanîzmaya dirêjkirina erkên mudirê giştî yê ewlehiyê ya Lubnanê general Ebas Îbrahîm li hev bîne. Ev metirsiyan li ser hevgirtina saziya ewlehiyê û xebatên yekîneyên wê çêdike nexasim ku ihtîmal heye pêla xwepêşandanan dîsa dubere bibe li gel ku rewşa aborî her ku diçe paş dikeve.

Li qada siyasî ya Lubnanê nezelalbûnek der barê karên saziyên destûrî de û mayîna rewşa valahiya serokatiyê heye.

Valahiya siyasî ya li Lubnanê, li gel aloziya aborî ya xerab hinekî cuda ye. Di encamê de nirxê diravê lubnanê li beramberî dolarê gelek daketiye. Li gel rewşa heyî ya hikumetê, ew nikare biryarên pêwîst têkildarî dosyayên girîng ji bo pêkanîna guhertinan bigire ku civata navneteweyî wek şertek daniye heta ku piştgiriya Lubnanê bike.”

(şx)