Çeteyan li Efrînê îşkence li 2 welatiyan kir

Li Efrîna dagirkirî çeteyên dewleta Tirk a dagirker îşkence li welatiyekê û hevjînê wê kir.

Çeteyan li Efrînê îşkence li 2 welatiyan kir
1 adar, 2023   08:47
ŞEHBA

Çavkaniyan ji kantona Efrînê ragihand ku çeteyên “Feyleq El Şam” li jinekê û hevserê wê Yehya Hec Nasir ên ji gundê Birc Heyder ê li navçeya Şêrawa daye.

Ji dema dagirkirina Efrînê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên herêmê sûcan pêk tînin. Heta niha bi sedan welatî hatine qetilkirin, bi sed hezaran hatine koçberkirin û nêzî 500 hezar biyanî û malbatên çeteyan li Efrînê hatine bicihkirin.

(zh/cx)

ANHA