Li Şerayê 270 dar hatin birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 270 darên zeytûn û fêkiyan ên welatiyên ji gundê Meydankê yê navçeya Şera birîn.

Li Şerayê 270 dar hatin birîn
1 adar, 2023   09:12
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji çavkaniyan ji gundê Meydankê hatine wergritin, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 270 darên (zeytûn, mişmiş, gûz, behîv) yên girêdayî gundiyan birîn.

Çeteyên “Feyleq El Şam, Ceyş El Nuxbe, Sultan Mûrad, Ehrar El Şam” gundê Meydankê dagir dikin.

Çeteyên “Sultan Mûrad” sala borî jî zêdetirî 15 hezar darên li daristana li cem gola Meydankê birîbûn.

(zh/cx)

ANHA