Di qezaya trênê ya li Yewnanistanê de 32 kes mirin

Li Yewnanistanê trêneke rêwiyan li trêneke bar ket. Di qezayê de herî kêm 32 kes mirin, 85 kes jî birîndar bûn.

Di qezaya trênê ya li Yewnanistanê de 32 kes mirin
1 adar, 2023   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Yewnanistanê êvara sêşemê qezayeke gelekî giran a trênê rû da. Trêneke ku 350 rêwî tê de bûn ku ji Atînayê diçû Selanîkê, li trêneke bar ket. Di encamê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da.

Berdevkê agirkujiyê Vassilis Vathfrakogiannis got: "Heta niha herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest daye."

Vathfrakogiannis bi civîneke çapemeniyê ragihand ku hîn jî karê rizgarkirinê dewam dike û got: "Ji 85 birîndaran 53 kes hîna li nexweşxaneyê têne dermankirin."

Têkildarî sedema qezaya trênê agahî nehate dayîn. Medyaya Yewnanistanê ji bo vê qezayê got "Qezaya herî giran a trênê ya Yewnanistanê.”