Konferansa ‘Azadî ji Rêber Ocalan re... aştî û îstîqrar li cîhanê′ di roja duyemîn de ye

Konferansa ′Azadî ji Rêber Ocalan re... aştî û îstîqrar li cîhanê′ ya li Afrîkaya Başûr di roja duyemîn de dewam dike.

Konferansa ‘Azadî ji Rêber Ocalan re... aştî û îstîqrar li cîhanê′ di roja duyemîn de ye
1 adar, 2023   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferans ji aliyê komeke xebatên kurdî ya mafên mirovan li Afrîkaya Başûr bi hevkariya Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyê li bajarê Cape Town tê lidarxistin.

Di konferansê de kesayet û nûnerên partiyên siyasî, sendîkayên karkeran, parlamenter, kesayetên şoreşger ku li kêleka Nelson Mandela ‎beşdarî têkoşînê bûne, her wiha parêzerên Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, şandeyeke Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star beşdar bûn.

Mijarên ku îro di beşa yekemîn de bên nîqaşkirin ev in; çareseriya demokratîk li Rojhilata Navîn û cîhanê, hewldanên jinan ji bo bidestxistina azadiyê, bandora pirsgirêkên jinan li ser siyaset û civakê, sekinandina li hember sîstema baviksalar bi rêya şoreşê, şoreşa jinan di siyaset û demokratîkkirina civakê de, têkoşîna azadiya jinan û tecrubeyên erebî, afrîkî û tirkî.

Di beşa duyemîn de jî wê ev mijar bên nîqaşkirin; neteweya demokratîk, projeyên rêveberiya xweser a demokratîk û avakirina aboriyê, konfederalîzma demokratîk wek çareseriya li Rojhilata Navîn, modela Rêveberiya Xweser, sîstemên nû yên aborî, avakirina civaka azad, pêşxistina aboriya civak li Rojhilata Navîn û tecrubeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Di beşa sêyemîn de jî wê mijarên; pêwîstiya şoreşê li Rojhilata Navîn û cîhanê, girîngiya konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn, avakirina Sûriyeya demokratîk, serbestberdana Rêber Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û nexşerêya demokratîkbûnê, bên nîqaşkirin.

Di beşa çaremîn de jî dê ev mijar bên gotûbêjkirin; têkoşîna ji bo bidawîkirina dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, însiyatîfên li Sûriye, Kurdistanê û cîhanê.

Dê konferans bi hejmareke biryar û pêşniyaran bi dawî bibe.

(cx)

ANHA