Li herêmên dagirkirî 2 kes bi kolerayê mirin

Li herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê yên dagirkirî ji ber kolerayê 2 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li herêmên dagirkirî 2 kes bi kolerayê mirin
1 adar, 2023   07:48
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê, li herêma bakurê rojavayê Sûriyeyê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, piştî erdheja 6’ê Sibatê, li herêmê nexweşiya kolerayê belav bûye û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Ji ber erdhejê, li bakurê rojavayê Sûriyeyê zêdetirî 4 hezar kesî jiyana xwe ji dest da, zirarek mezin di binesaziyê de çêbû û bi vê yekê re metirsiyên ji ber nexweşiya kolerayê zêdetir dibin.

Li gorî Reutersê, ji dema belavbûna kolerayê di sala borî de û heta niha li bakurê rojavayê Sûriyeyê 22 kesan pê jiyana xwe ji dest daye û 568 kes bi nexweşiyê ketine.

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî hefteya borî raporek belav kiribû. Li gorî raporê belavbûna kolerayê ji ber kêmbûna ava paqij e.

(cx)