​​​​​​​ʹArtêşa dagirker û komên çete sûdê ji alîkariyên navneteweyî digirinʹ

Komîteya Koçberan a Serêkaniyê derbasbûna alîkariyên naveteweyî ji bo herêmên dagirkirî şermezar kir û got: " Pêngavên Neteweyên Yekbûyî li ser erdê asta binpêkirina wê ya li hember peyman û qanûnên navneteweyî îsbat dike. Ev pêngav rê li ber guhertina demografîk û rewakirina dagirkeriyê vedike."

​​​​​​​ʹArtêşa dagirker û komên çete sûdê ji alîkariyên navneteweyî digirinʹ
28 sibat, 2023   17:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Koçberan a Serêkaniyê bi daxuyaniyekê derbaskirina alîkariyên neteweyî ji bo herêma Serêkaniyê ya dagirkirî şermezar kir û got, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûdê ji van alîkariyan digirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Pêngavên Neteweyên Yekbûyî li ser erdê asta binpêkirina wê ya li hember peyman û qanûnên navneteweyî îsbat dike. Ev pêngav rê li ber guhertina demografîk û rewakirina dagirkeriyê vedike.

Medyaya xwecihî û herêmî nûçeya derbasbûna alîkariyên Neteweyên Yekbûyî ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Sindoqa Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û aliyên din ve ji bo herêma Serêkaniyê ya dagirkirî ragihand. Derbasbûna alîkariyan bo vê herêma dagirkirî ji aliyê Desteyên Neteweyên Yekbûyî ve ya piştî koçkirina niştecihên wê yên resen, tiştekî nerewa ye.ʹʹ

YÊN KU SÛDÊ JI VAN ALÎKARIYAN DIGIRIN EV IN

Komîteyê diyar kir ku 3 alî sûdê ji alîkariyên navneteweyî digirin û wiha rêz kirin:

ʹʹYekem: Artêşa Tirk û komên alîgirên wê, serkirdeyên wê yên leşkerî. Evanan di encama çend operasyonên leşkerî de xelkê xwecihî bi darê zorê ji warên wan koçber kirin.

Duyemîn: Berpirsên hêzên hevpeyman (Itilaf) û meclisên herêmî yên neqanûnî li bajarên dagirkirî û malbatên wan çeteyan.

Sêyem: Çend kampanî û rêxistinên herêmî ku çavdêrî û birêvebirina proseya çareseriyê dikin, bi avakirina bajarok, baregehên leşkerî, navendên binçavkirinê û navendên perwerdeya leşkerî ji bo wan rêxistinên terorist sûdê ji alîkariyên navneteweyî digirin.ʹʹ

NYʹYÊ ÇAVÊ LI BINPÊKIRINÊN MAFÊN MIROVAN GIRTIYE

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku Neteweyên Yekbûyî êş û azarên koçberên ji herêmê (Serêkaniyê / Ras Al-Ain / Reş Eynu) ên li kampên koçberiyê dibîne ku ji pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê bêpar in û hate gotin: "Barê dabînkirina van pêwîstiyan ketiye ser milê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên mirovî yên herêmî. Ji ber ku girtina deriyê Til Koçerê dorpêça li ser herêmê dewam dikin. Neteweyên Yekbûyî guh nade karesata ku dewleta Tirk a dagirker û komên girêdayî wê li Serêkaniyê û Girê Spî li pey xwe hiştiye û  ji erkên xwe dûr ketiye."

Komîteyê bal kişand ser rewşa li herêmên dagirkirî û got: "Herêmên di bin dagirkeriya  dewleta Tirk de bûne cihê dizî, talankirin  û bazirganên madeyên hişberê. Hin zeviyên çandiniyê kirine zeviyên hilberîn û bazirganiya madeyên hişber û mal û milkên gelên xwecihî bi valahî û neqanûnî derdixin, da ku taybetiyên herêmê û cewherê wê biguherînin û nasnameya wê ji holê rakin. Ev  yek tawaneke şer e."

Komîteya Koçberên Serêkaniyê anî ziman ku Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî li şûna ku alîkariya xelkên xwecihî yên li herêmên Rêveberiya Xweser û kampan bikin û ji bo vegera wan bixebitin alîkariyan ji çeteyan re dişînin.

Komîteya Koçberan Serêkaniyê kiryarên saziyên Neteweyên Yekbûyî wek alîgir û dûrketina ji peyman û qanûnên navneteweyî nirxand û got: "Divê Neteweyên Yekbûyî li gorî qanûnên navneteweyî yên mirovî li van herêman tev bigerin û wekî herêmên şerekî çekdarî yê hundirîn û derve bibînin. Rewşa li ser erdê şerê di navbera niştecihên resen û dagirkeran de ye. Niştecih li ser vegera bi ewle ya bêdagirkerî bi israr in.  Lê hêzên navneteweyî û herêmî û desteyên Neteweyên Yekbûyî piştevanên dagirkeran e ku guhertina demgorafîk xurt dikin."

 (bb)

ANHA