Şehîdên meha Sibatê li Amûdê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê 9 şehîdên meha Sibatê li Goristana Şehîd Îsmaîl bi merasîmekê bi bîr anîn.

Şehîdên meha Sibatê li Amûdê hatin bibîranîn
28 sibat, 2023   10:17
QAMIŞLO

Bi amadebûna şêniyên navçeya Amûdê ya Qamişloyê 9 şehîdên YPJ, YPG, QSD û Erka Xweparastinê ku di meha Sibatê ya salên cuda de şehîd bûne, hatin bibîranîn.

Di merasîma bîranînê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Amûdê Xaliya Hec Qasim şehîdên doza azadiyê bi bîr anîn û got: “Ger îro ne ji van qehremanan û lehengan bûya, me nedikarî îro xwe îfade bikira. Ji ber ku bi salan gelê me ji aliyê hêzên desthilatdar û dagirker ve tune hate hesibandin lê ew qehreman xwedî li vî gelê mezlûm derketin. Ger şehîdan ji bo gel xwîna xwe daye, wê demê ev şehîdên gelê xwe ne.”

Xaliya Hec Qasim şehîdên meha Sibatê bi bîr anîn û komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Xaliyayê got: “Em ê wek gelê Rojavayê Kurdistanê xwedî li fikir û felsefeya Rêber Apo derkevin û em ê bibin xeleke ji agir li dora serok Apo.”

Xaliya Hec Qasim di dawiyê de got: “Em ê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe derkevin û em ê nirxên bi xwîna wan ava bûne, biparêzin.”

Di dawiya merasîma bîranîna şehîdan de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Medya Sedo wesîqeyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

(dg)

ANHA