Platforma Çalakiyên Hevbeş bernameya 8`ê Adarê eşkere kir

Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dirûşme û bernameya çalakiyên 8`ê Adarê eşkere kir û ragihand ku ji bo qurbaniyên erdhejê îsal şahî nayên lidarxistin.

Platforma Çalakiyên Hevbeş bernameya 8`ê Adarê eşkere kir
28 sibat, 2023   09:55
QAMIŞLO

Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê li bajarên Qamişlo û Reqayê daxuyaniyek hevpar da.

Li Qamişlo daxuyanî li Stada Şehîdên 12`ê Adarê ji aliyê Berdevka Komîteya Ekolojiyê ya Kongra Star Rîhan Temo, Endama Meclisa Jinan a PYD`ê Şadiye Omer û Hevseroka Ciwanên Suryan ên Pêşverû yên Sûriyeyê Meryana Îsa ve bi sê zimanan hat xwendin.

Li Reqayê jî daxuyanî ji aliyê Endama Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê Nisrîn El Hesen û Hevseroka Desteya Jin a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer ve li qada Panoramayê bi zimanên erebî û kurdî hat xwendin.

Daxuyaniya platformê wiha ye:

“Ji destpêka dîrokê ve, jin di pêkanîna civakbûyîna mirovahiyê de xwedî roleke herî giring bû. Ew di avakirina civakbûn û pêşxistina wê de pêşeng û hêza bingehîn bû. Her wiha civaka dayîksalarî civakeke wekhev û azad bû, bê şer û pevçûn bû, civakeke tê de edalet hebû.

Lê belê bi avabûna sîstema dewleta baviksalarî ya ku li ser hesabê ked û nirxên jinê hat avakirin, jin ji ast û pîrozahiyê bêpar hatin hiştin. Ji ber ku ev sîstem dizane ku eger jin neyê kolekirin, wê nikarbe li ser civakê serweriya xwe ferz bike û bercewendiyên xwe yên desthilatdariyê pêk bîne.

Bi vî rêbazî û piştî ku gelek îdeolojî û perspektîfên ji hêla zihniyeta desthilatdar û hegemonîk li ser hatin ferzkirin, jin hem hat kolekirin hem jî ji hemû qadên jiyanê yên siyasî, aborî û çandî hat dûrxistin.

Piştî ku jin xwedawendek bû, hat kolekirin û weke alaveke bazirganî û anîna zarokan, karkereke erzan û bê qîmet kirin.

Roja 8`ê Adara sala 1857`an rojek bi êş bû. Jina ku li hemberî koletî, zilim û dagirkeriyê rû bi rû ma ji hêla zihniyeta zayendperestî û sîstemên desthilat bi taybet jina ku zilim û koletiyê li ser xwe û civaka xwe napejirîne têne hedefgirtin. Ji tekoşîna jinên karker ên kargeha tevnerîsiyê û ji Roza Loksumborg ta Leyla Qasim, ji Sara, Fîdan, Leyla ta Evîn û ji Jîna Emînî ta Jiyan û Nagîhan, ji Wîdad, Hind û Seda ta Hediya, Çîçek û Zeyneb.

Ev sîstem baş dizane jina têghiştî ji dîroka xwe re û ya ku tekoşînê dike ji bo azadî û bidestxistina mafê xwe xeteriyeke mezin e li ser bercewendî û desthilatdariya wê ye, tiştên ku li Afxanistan, Îran, Tirkiyê û Sûriyeyê çêdibin ji qirkirina mafên jin û bikaranîna sûcên tundî, kuştinê û bi taybet li herêmên ku hatine dagirkirin ji hêla dewleta Tirk ve û armancgirtina pêşengên şoreşê, tekez eşkere dike.

Bi navê platforma çalakiyan a hemû tevger û rêxistinên jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi vê boneya pîroz, Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinên cîhanê pîroz dikin û di serî de serhildana keziyan li Îranê û belvabûna çirûska vê serhildanê bi dirûşmeya JIN, JIYAN, AZADî li hemû cîhanê jî pîroz dikin. Ev serhildan ne tenê tekoşîna jin ji bo azadiyê ye, lê belê ji bo azadiya hemû civaka ne.

Her wiha em vê rojê li Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan ê ku îdeolojiya azadiya rizgarkirina jin diyarî me kiriye, da ku karibin bi fikrekî azad ji bo avakirina civakeke azad û jiyaneke bi wate tekoşîn bikin, pîroz dikin.

Her wiha em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku piştgiriya serhildana jin di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bikin, yekgirtin û hevgirtina xwe xurtirbikin, xeta berxwedanê li hemberî plan û komployên ku li dijî jin û herêmê tên kirin derkevin.

Dem hatiye ku em vê rojê veguherînin roja azadî û demokrasiyê, wekî çawa jinan ev roja bi êş guherandin cejinê û hêvî piştî pêkanîna gelek çalakiyên cûr be cûr. Em meha Adarê bikin meha berxwedan û tekoşînê, ji bo hejandina desthilata imprtatoriyan û rakirina maskayên li ser rûyên wan, da ku her kes rastiya wan bibîne. Divê em vê sedsalê, bikin sedsala azadiya jin û demokratkirina civakan.

Bi navê Platforma Çalakiyan Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jin li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê, hemleya 8`ê Adarê di bin dirûşmeya “JIN, JIYAN, AZADÎ, BER BI ŞOREŞ JINÊ VE” radighînin.

Ji ber qurbaniyên ku di encama rûdana erdhejê li Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jiyana xwe ji dest dane. Hemû şahî û komên hunerî hatin sekinandin.

Ji ber vê ji hemû aliyên peywendîdar ve tê xwestin ku van nêzîkatiyên dûrî pîvanên mirovahiyê şermezar bikin, her wiha li hember hemû kiryarên dewleta Tirk û bi taybet gef û êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berpirsyartiya xwe rabin.”

Li gorî daxuyaniyê bernameya çarçoveya çalakiyan wiha ye: li hemû komîn, gund, bajar û saziyan wê bi vê boneyê semîner bê dayîn. Ronîkirina dergehê bajaran û daleqandina pankartan li bajaran û di hemû kantonan de meşên gelêrî di roja 8`ê Adarê de.”

(sb/cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/94zl8OzeF3A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>