PDK`ê alîkariya van mexdûran asteng dike

PDK hîn nahêle alîkarî bên derbaskirin. Mexdûrên erdhejê jî li derve di nav sermayê de ne.

28 sibat, 2023   08:56
HELEB

Piştî erdheja 6`ê Sibatê ku navenda wê Bakurê Kurdistanê-Tirkiye bû û gelek deverên Sûriyeyê pê bandor bûn, ji gelek dever û welatan ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî hatin komkirin. Hinek ji wan alîkariyan bi rêyên cuda gihîştin mexdûrên erdhejê, lê derbaskirina parek mezin a alîkariyan hê jî tê astengkirin.

Li Başûrê Kurdistanê jî ji bo piştevaniya mexdûrên erdhejê yên li Rojava, ji aliyê xelkê Başûr, Heyva Sor a Kurdistanê û dostên wan ên li derve ve alîkarî hatin komkirin. Alîkarî ji derman, şîrê zarokan, kon û pêdiviyên din ên jiyanî pêk tên. Lê belê desthilata Başûr nahele alîkarî bê derbaskirin.

Li gorî agahiyên ji Heyva Sor a Kurdistanê hatine wergirtin, desthilata PDK′ê ji 22`yê Sibatê de nahêle alîkariyên mirovî di deriyê Sêmalkayê re bikevin Rojava û bigihînin Heyva Sor a Kurd a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. 

Alîkariyên diviyabû bên derbaskirin wê ji mexdûrên erdhejê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re bihata şandin. Lê ji berk u destûr nehatiye dayîn welatiyên malên wan xirabûne rojane li derve di bin naylon û hinek konên li gor derfetên xwe vedane têkoşîna jiyanê dikin. Alîkariyên ku hinek derbas kirine jî têrî wan nake.

Wêne û dîmenên ku hatine kişandin jî vê rastiyê radixê berçavan.

ANHA