Rojnameyên erebî: Peywendiyên veşartî yên Misir-Sûriye-Tirkiyeyê eşkere dibin

Rojnameyên erebî yên îro cih dan têkiliyên Misirê yên bi hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker re, lezdayîna normalîzekirina têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê ji aliyê Rûsyayê ve û rewşa Iraqê.

Rojnameyên erebî: Peywendiyên veşartî yên Misir-Sûriye-Tirkiyeyê eşkere dibin
28 sibat, 2023   07:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb der barê rewşa Sûriyeyê de nivîsî: “Serdana wezîrê karên derve yê Misirê Samih Şukrî ji bo Sûriye û Tirkiyeyê nîşan dide ku di têkiliyên bi herdu welatan re pêvajoyek nû dest pê kiriye. Ev pêvajo dibe ku bi vegera Şamê li mala erebî û derbaskirina nakokiyên Qahîre-Enqereyê, bi encam bibe.

Misirê erdheja li Sûriye û Tirkiyeyê û piştevaniya piştî wê çêbûye, îstismar kir û peywendiyên xwe yên veşartî eşkere kirin. Her wiha hevdîtinên ewlehiyê yên di demên cuda de pêk hatine veguherandin hevdîtinên siyasî. Roja Duşemê, wezîrên karên derve yê Misirê Samih Şukrî serdana Sûriye û Tirkiyeyê kir. Ev yek tê wateya ku Qahîreyê biryara pêşxistina têkiliyên siyasî bi Şam û Enqereyê re daye.

Şopdarên rewşê dibêjin ku armanc ji dayîna pêş a aliyê mirovî di serdana wezîrê karên derve yê Misirê de ew e ku beriya amadekirina zemînê bi hevalbendên xwe yên herêmî û navneteweyî re, tevgerên nû Misirê di aliyê siyasî de neyên şîrovekirin, ku dibe vegera Qahîreyê di vê demê de li Şam û Enqereyê, hin aliyan nerihet bike.

Şopdar destnîşan dikin ku Qahîre dixwaze têkiliyên bi herdu welatan re bi pêş bixe û piştgiriya xwe ya ji bo vegera Sûriyeyê li Yekitiya Ereban eşkere tîne ziman. Her wiha hin nakokiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re jî derbas kirine û niha hewl dide di tevgerên xwe de hevsengiyê çêke.”

MOSKOV LEZÊ DIDE NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYÊN SÛRIYE-TIRKIYEYÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî der barê rêgeha normalîzekirina têkiliyên Sûriye-Tirkiyeyê de nivîsî: “Piştî erdheja wêranker û piştevaniya herêmî û cîhanî bi Sûriye û Tirkiyeyê re, Moskovê jî tevgerên xwe yên ji bo xurtkirina rêgeha normalîzekirina têkiliyên Şam-Enqereyê zêde kirin.

Ji daxuyaniyên cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ên roja yekşemê yên derbarê hevdîtina wezîrên karên derve yên Rûsya-Sûriye-Îran-Tirkiyeyê de, diyar dibe ku Moskov hewl dide Îranê jî tevlî van hewldanan bike.

Ji daxuyaniyên dawîn ên Bogdanov diyar dibe ku Moskovê lez daye hewldanên ji bo lidarxistina hevdîtina çaralî. Di heman demê de tevgerên herêmî û navneteweyî yên ji bo piştevaniya Sûriye û Tirkiyeyê piştî erdhejê zêdetir bûn.”

LI BEXDAYÊ XWEPÊŞANDANÊN DIJÎ PÊŞNÛMAYA QANÛNA HILBIJARTINAN

Rojnameya El Beyan a Îmaratê jî têkildarî rewşa Iraqê nivîsand: “Duh li dijî pêşnûmaya qanûna hilbijartinan, li paytexta Iraq Bexdayê bi sedan welatî daketin kolanan. Meclisa Nûneran nîqaşkirina pêşnûmaya nû ya hilbijartinan heta roja Şemiyê taloq kiribû.

Bi sedan xwepêşandêr li derdora herêma Kesk kom bûn, hêzên ewlekariyê jî li dor avahiya parlamentoyê kom bûn û pira Cimhuriyê ya li ser çemê Dîcleyê girt.”

(cx)