​​​​​​​Hejmara nû ya ‘Silava’yê derket

Hejmara nû ya kovara Silava ku ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve tê derxistin, derket.

​​​​​​​Hejmara nû ya ‘Silava’yê derket
27 sibat, 2023   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Kovara bi navê ‘Silava’ ku ji aliyê Yekitiya Jinên Ciwan ve tê amadekirin, hejmara xwe ya yekem a îsal bi sernavê “Bê Serok jiyan nabe” derxist. Kovar bi kurdî û erebî digihêje ber destê xwendevanan. 

Di hejmara ya nû de li ser Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, salvegera şehadeta şehîd Viyan Soran û komkujiya Parîsê û têkoşîna şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî gotar hene.

Kovara Silava ji sala 2014’an ve tê derxistin û mijarên teorîk, civakî, polîtîk, ên têkildarî jinan, analîz, çand û hunerî cih digirin.

ANHA