29 şehîdên mehên Çile û Sibatê hatin bibîranîn

Şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo 29 şehîdên mehên Çile û Sibatê yên di dem û li cihên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.

29 şehîdên mehên Çile û Sibatê hatin bibîranîn
29 şehîdên mehên Çile û Sibatê hatin bibîranîn
29 şehîdên mehên Çile û Sibatê hatin bibîranîn
29 şehîdên mehên Çile û Sibatê hatin bibîranîn
29 şehîdên mehên Çile û Sibatê hatin bibîranîn
29 şehîdên mehên Çile û Sibatê hatin bibîranîn
27 sibat, 2023   11:07
QAMIŞLO

Merasîma bibîranînê li hola Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Tirbespiyê bi tevlîbûna bi dehan şênî, malbatên şehîdan, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê û patriyên siyasî, hat lidarxistin.

Li cihê merasîmê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û yên şehîdan hatin daliqandin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, wêneyên 29 şehîdên HPG/YJA-Starê, YPG/YPJ, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Trafîk û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hatin pêşandan û li nirxandinên Rêber Ocalan ên li ser şehadetê û şehîdan hat guhdarîkirin.

Piştre Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê Hec Ebdî Xelef axivî û bal kişand ser êrişên çeteyên Cebhet El Nusra, DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker ên li djiî gelê herêmê û diyar kir ku keç û xortên herêmê li hember wan êrişan li ber xwe dan û êriş têk birin.

Ebdî soz da ku ew ê heta pêkanîna xeyalên şehîdên ên avakirina civaka azad û demokratîk, têkoşînê mezin bikin.

Piştî axaftinan navên 29 şehîdan hat xwendin. Merasîm bi dirûşmeyên mîna “Şehîd Namirin” bi daswî bû.

(zh/cx)   

ANHA